1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Sûriye: Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin
Sûriye: Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin

Sûriye: Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin

A+A-

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand,  “Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin.”

Feysel El-Mîqdat, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Mîqdat di wê daxuyaniya xwe de got, “Gelê Kurd pêkhateyeke necuda ye ji gelê Sûriyê” û îdîa kir, “Amerîka Siyonîzm hewl didin wan cuda bikin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê got jî, “Em Rêveberiya Xweserî bi tevahî red dikin û pêdagir in li ser yekparçebûna axa Sûriyê."

Ev daxuyaniyên wî berpirsê hikûmeta Sûriyê di demekê de ne ku çend roj berê şandeke hevbeş a aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê serdana Şamê kiribû û li gel berpirsên hikûmeta Sûriyê civiyabûn.

Endamê Şanda hevbeş a Kurd ji bo danûstandina li gel hikûmeta Sûriyê, Mistefa Meşayix jî derbarê wê civîna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Sûriyê de ji Rûdaw re ragihandibû, w li gel Sûriyê rêkevtine ku li ser hemû dosyeyên di çarçoveya komîteyên taybet de danûstandinan bikin.

 Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) aşkere kiribû, berpirsê ofîsa Asayîşa Niştîmanî ya Sûriyê û Cîgirê Serokê Sûriyê Elî Memlûk ji aliyê Beşar Esed ve hatiye erkdarkirin, ku nûneratiya hikûmeta Sûriyê di danûstandinan de bike.

Wî rayedarê partiya Yekîtî ku endamê şanda Kurdî ya li Şamê ye, herwiha gotibû, piştî destpêkirina danûstandinan, ew dê komîteyên cur bi cur ji herdu aliyan ava bikin, ji bo ku li ser pirsên perwerde, leşkerî û yasayî li hev bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.