1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. SONAR: Partîya Kilîlk ‘Saadet’ e
SONAR: Partîya Kilîlk ‘Saadet’ e

SONAR: Partîya Kilîlk ‘Saadet’ e

A+A-

 

Hakan Bayrakçi-yê serekê SONAR-ê tevlî bernameya di CNN Turk (Sî En En Turk)ê de weşandî bû. Bayrakçi, di programa ku li ser Hevkarîya Cumhûra AK Partî û MHP-ê hat rawestan de wisa bi lêv kir ku dê Partîya Saadetê di hilbijartinên sala 2019ê de partîya kilîlk be.

 

Bayrakçi weha got: “Hevkarîya ÎYÎ Partî û Saadet Partîsî yek ji hevkarîyên herî giring e. Ev ê hevkarîya zêrîn a hilbijartinê be. Ji ber ku 5-6 pûanên Saadetê yên têkçûyî hene ku dikin û nakin ji Saadetê re naçin. Ji ber vî awayî Partîya Saadetê partîya kilîlk a vê hilbijartinê ye. Dema ku hilbijêrê Saadetê got ‘dê vê carê raya min beredayî neçe’, dê wan 5-6 pûanan û bêtirî wî jî bi paş ve bistîne.

Ji alîyê din ve dema ku israra-biringîya li ser hevkarîyê dewam dikir serekê partîya Saadetê Temel Karamollaoğlu (Temel Karamollaoẍlû) digot “Cîhê me baş e” û çend caran bi lêv kir ku dê partîya wan di hilbijartina serekdewletîyê de namzedek nîşan bide. Cara paşîn serekdewlet Recep Tayyip Erdoğan (Receb Teyyîb Erdoẍan) gotibû ew li hêvîyê ne ku ji SP-yê dengek were û îfadeya “derî nehat girtin” bi kar anîbû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                           

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.