1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. SOHR: Hêzên rejimê ji %60ê xaka Sûriyê kontrol kiriye
SOHR: Hêzên rejimê ji %60ê xaka Sûriyê kontrol kiriye

SOHR: Hêzên rejimê ji %60ê xaka Sûriyê kontrol kiriye

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 60 ji sedê Sûrîyê di bin kontrola hêzên rejima Beşar Esad da ye.

A+A-

Jiber şerê navxweyî yê di sala 2011an de gelek komên çekdar gelek navçeyên Sûriyê kontrol kiribûn. Ligor raportên sala 2014- 2015an tene ji %30-40ê xaka Sûriyê di bin kontrola rejimê da bû. Lêbelê hêzên hikûmeta Sûrîyê di sala 2018an de bi piştgirîya Rûsya û Îranê ji destê serhildayan û DAIŞê û komên Artêşa Azad gelek herêm sitandibûn.

Li gor raporta SOHRê, di sala 2018an de 19666 kes di pevçûnên li Sûrîyê de hatin kuştin û ji van 6349 kes sivîl in.

Dîrektorê SOHRê Ramî Abdurrahman ji AFPê re dîyar kir ku ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê ve, herî kêm di sala 2018an de însan hatine kuştin. Di sala 2017’an de li Sûrîyê hejmara kuştîyên pevçûnan 33,000 bûye. Herwiha di sala 2014an de, ku wê demê DAIŞê li Sûrîye û Îraqê xîlafet ragihandibû 76000 kes hatibûn kuştin.

SOHR dide zanîn ku niha 2.3 ji sedê Sûrîyê di destê DAIŞê de ma ye. Herwiha tê zanîn ku ji %30yê xaka Sûriyê j idi bin kontola HSDê daye û ji %8 jî di bin kontrola çekdarên Artêşa Azad deye.a

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.