1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ŞÊXÊ EL EZHERÊ RANDEVUYA XWE YA LI GEL ALÎKARÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ BETAL KIR
ŞÊXÊ EL EZHERÊ RANDEVUYA XWE YA LI GEL ALÎKARÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ BETAL KIR

ŞÊXÊ EL EZHERÊ RANDEVUYA XWE YA LI GEL ALÎKARÊ SEROKÊ EMERÎKAYÊ BETAL KIR

A+A-

 

 

Hate ragihandin Şêxê El Ezherê yê Misrê Ahmet et-Tayyîb' civîna xwe ya li gel Alîkarê Serokê Emerîkayê Mîce Pence betal kir.

 

Li gorî daxuyaniya ji saziya El Ezherê hatiye kirin Şêx Tayyîp biryara Trump ya îlan kirina payîtexta Qudusê ji bo Îsraîlê protesto kir û civîna xwe ya li gel alîkarê Trump, Mîce Pense ya 20ê heyva berfanberê betal kir.

Di daxuyaniyê da hate gotin bila Donald Trump biryara xwe ya Qudusê paşda vekêşe û em dê çawa hevdîtinê bi wan kesan bikin ew kesên ku tiştê neyê wane bidine hinek kesên ku wi tişt heq nakin.

Donald Trump li hemberî hemu bertek û nerazî bunan Qudus weke Payîtexta Îsraîlê qebul kiribu û talîmat dabu ku Balyozxaneya Emerîkayê ya li Tel Avîvê bar bikine Qudusê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.