1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê
Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê

Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê

A+A-

 

 

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Yasin Aktay ragihand ku, "Tirkiye îro be yan sibê yan jî çend demjimêrên din, dê êrişî Efrînê bike."

 

Li gorî nûçeya Rûdawê Aktay li ser operasyona muhtemel a Efrînê axiviye û gotiye ku: "Li gorî min ji aliyê rûsî ve têgihîştineke baş heye derbarê Tirkiyê de. Me pêzanîn heye bo helwêsta wan, di dema wan pêşhatan de ku li deverê çê dibin. Ew helwêst û pêgeha Tirkiyê dêm dikin. Ew dizanin ku tekez Tirkiye niyeta dagîrkirina beşek ji axa Sûriyê nîne, lê belê ya ku Tirkiye pêk tîne, tenê bo berevanîkirina ji xwe ye. Gefek rasteqîn û gelek zelal li ser Tirkiyê heye. Ti guman têde nîne ku PYD dirêjkiriyê rêxistina PKKê ye. Nabe ku li ser sînorê Tirkiyeyê were biçekkirin û xurtkirin."

Aktay li ser daxuyaniya Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê ku gotibû operasyon dest pê kiriye, çimku Tirkiye hinek pêgehên YPGê li Efrînê topbaran kiriye, de wiha axivî:

"Ez nizanim di navbera çend demjimêrên kêm ên bihê de çê dibe yan na, lê belê cara dawîn em dikarin pêşbîniya wê yekê bikin ku îro yan rojeke din yan du sê demjimêrên din biqewime. Tirkiye her kareke pêwîst dike ji bo jinavbirina gefên li ser sînorên xwe. Bi tekezî divê em wê yekê gelek zelal bikin ku Tirkiye ti niyeta dagîrkirina ti beşek ji axa Sûriyê nîne. Tirkiye tekezî li ser rêkevtinnameya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kiriye, ku di lûtkeya Soçî de hat kirin û têde hatiye, ku pêwsît e hemû hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin û ji nava wan jî yên Tirkiye, Rûsya û Îran."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.