1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şewata li Antalya; 2 karker mirin
Şewata li Antalya; 2 karker mirin

Şewata li Antalya; 2 karker mirin

A+A-

 Li navçeya Manavgatê ya Antalyayê 2 karmendên ku tevlî xebatên vemirandina agir bûne canê xwe ji dest dan û 2 karker jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li ser agahdarkirina sotina yek ji erebeya taybet  bi vemirandina agir li taxa Gebece, devera Belolok ya girêdayî navçeya Manavgatê ya Antalya  tîmên agir vemirandinê  bo wê deverê hatine şandin.

Di encama lêkolînên li wê deverê termê 2 karekeran hatiye dîtin û 2 karkerên birîndar jî bo nexweşxaneya Dewletê ya Manavgatê hatine veguhastin.

Roja 28ê Tîrmehê agir bi beşeke zêde ya daristanên Antalya û çend bajarên din ên Tirkiyê ket û li beşekî ji wan hê jî agir nehatiye vemirandin.

Li gor amarên dawî bi giştî heta niha di encama agirê daristanan de 6 kesan cane xwe ji dest daye, 271 kes birîndar in. Birîna yekî ji wan giran e û 73 welatî jî ji ber dûkela agir tendirustiya wan têk çûye. Herwiha 2 hezar û 300 avahî jî şewitîne.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.