1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokwezîrê Iraqê ji bo çaksaziyan banga hevkariyê li aliyên siyasî kir
Serokwezîrê Iraqê ji bo çaksaziyan banga hevkariyê li aliyên siyasî kir

Serokwezîrê Iraqê ji bo çaksaziyan banga hevkariyê li aliyên siyasî kir

A+A-

Serokwezîrê Iraqê, ji bo pêkanîna çaksaziyan banga hevkariyê li aliyên siyasî yên wî welatî kirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûmehdî, derbarê xwepêşandanên li Bexda û bajarên din ên Iraqê, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Adil Ebdûlmehdî di daxuyaniya xwe de gotiye, hikûmet soz dide ku pirsgirêkên xelkê sivik bike, xizmetguzariyan pêş bixe û ji bo peydakirina derfetên kar tişta ji dest tê bike.

Ebdûlmehdî herwiha ji bo encamdana çaksaziyan jî bang li aliyên siyasî kir ku hevkariyê li gel hikûmetê bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha fetwaya Rêberê Olî yê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ya derbarê redkirina ziyangihandina mal, xwepêşander û êrişên li hember hêzên emnî bibîr xistiye û daxwaz ji aliyên siyasî kiriye ku helwesta ya xwe ya li hember pirsgirêk û û bûyeran biguherînin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî derbarê bûyera de gotarek pêşkêş kir û bang aliyên peywendîdar kir ku guh bidin daxwazên xwepêşanderan.

Helbûsî got, “Pêwîst e hêzên emnî bi miameleke cudatir nêzikî xwepêşanderan bibin. Em jî bi parastina dam û dezgehên hikûmî, piştevaniya daxwazên xwepêşanderan dikin.”

Serokê Parlamentoya Iraqê herwiha got ku xelkê Iraqê ji gendelî û terorê gelek dît û diyar kir, “Ji bo ku kesên gendelî kirine bên darizandin, divê li kêleka dewletê cih bigirin.”

Li Bexdaya paytexta Iraqê û bajarên din ên Iraqê, xwepêşandan birêve diçin û di wan xwepêşandanan de ku ev 5 roj in berdewam dikin, heta niha nêzikî 60 kes hatine kuştin û zêdetirî 2 hezar kes jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.