1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokwezîrê Brîtanyayê gefa encamdana hilbijartina pêşwext dixwe
Serokwezîrê Brîtanyayê gefa encamdana hilbijartina pêşwext dixwe

Serokwezîrê Brîtanyayê gefa encamdana hilbijartina pêşwext dixwe

A+A-

Parlamentoya Brîtanya bûye qadek ku têde alîgirên Brexit û kes û aliyên dijî wê milmilanî û kêberiyekî tund li gel hev dikin. Serokwezîrê Brîtanyayê, Boris Johnson jî gefa lidarxistina hilbijartineke pêşwext li wî welatî dike.

Serokwezîrê Brîtanyayê, Boris Johnson ku berî hilbijartina ji bo serokwezîriyê tekezî li ser encamdana Brexitê, bi rêkeftin an jî bêyî rêkeftina li gel Yekîtiya Ewropayê di dema xwe ya diyarkirî de wate 31ê Cotmehê kiribû, lê belê bi piraniya dengên nav encûmena giştî ya parlamentoyê,  mijara Brexitê ji destê hikûmeta Johnson hat stendin. Di civînê de, 328 parlamenter li hember 301 parlamenter li dijî projeya serokwezîr a ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê derketin.

21 Endamên Partiya Muhafizekaran ku Boris Johnson jî ji wê partiyê ye, li dijî projeyê sekinîn û alîgirî li bereya opozisyonê kirin û Brexita bêyî rêkeftina li gel Yekîtiya Ewropayê red kirin. Giringtirînê wan kesan, Nicholas Smoth neviyê serokwezîrê pêştirê Brîtanyayê, Winstin Churchil û herwiha wezîrê darayî yê wî welatî yê berê Philip Hamond bûn.

Boris Johnson di heman civînê de, ku ji dest encama dengdedanê hers bibû, ragihand: “Cenabê serokê parlamentoyê, ti guman di derbarê encamên xirab ên dengdana îşev de nîne. Ev dengdan rê dide parlamentoyê, her rêkeftinekê ku em li gel Brukselê bikin, ji nav bibe. Eger parlamento yasaya Brexitê derxîne û destê me girêbide, ku em nekarin di 31ê Cotmeha îsal de ji Yekîtiya Ewropayê derkevin, wê demê ez neçar im ku daxwaza encamdana hilbijartineke giştî ya pêşwext bikim.”

Li aliyekî din, Serokê Partiya Kar a Brîtanya, Jeremy Courbin kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Cenabê serokê parlamentoyê, ez pêşwazî li dengdana îşev dikim. Em di demokrasiyeke parlamenî de dijîn, me serok nîne belku me serokwezîr heye. Serokwezîr jî nikare bêyî rizamendiya parlamentoyê biryar bide. Di vê parlamentoyê de jî rizamendî jibo derketina ji Yekîtiya Ewropayê bêyî rêkeftinê, tine ye. Niha cenabê serokwezîran dixwaze hilbijartinên pêşwext encamp bide, baş e bila bike, lê belê divê destpêkê yasaya Brexitê bê derbaskirin, daku bêyî rêkeftin em ji Yekîtiya Ewropayê dernekevin.”

Encamderên hilbijartina giştî yek ji bijardeyên li pêşiya Boris Johnson e ku di wê derbarê de daxwaziyek arasteyê serokatiya parlamentoyê kiribû, lê belê jibo ku hilbijartina pêşwext bê encamdan, dive herî kêm du li ser sêyê endamên parlamentoyê razî bin, ku ew yek jî jibo Johnson karekî gelek zehmet e.

Rojên 17 û 18ê Cotmeha îsal, Yekîtiya Ewropa dê li gel hikûmeta Brîtanyayê, ku niha Johnson birêve dibe, bicive, lê belê weke ku Jonson bixwe dibêje, danûstandinên li gel Brukselê bi dest û piyan hatiye girtin û hikûmeta wî welatî renge neçar bibe, ku dema derketina ji Yekîtiya Ewropayê ji 31ê Cotmeha îsal ve bo 31ê Kanûna 2020an dirêj bike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.