1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokwezîra New Zelandê beşdarî gotara Înê ya misilmanên wî welatê bû
Serokwezîra New Zelandê beşdarî gotara Înê ya misilmanên wî welatê bû

Serokwezîra New Zelandê beşdarî gotara Înê ya misilmanên wî welatê bû

Hefteyek di ser êrîşa ser Misilmanên New Zelandê re derbas dibe û wek hevxemiyekê jî Serokwezîra New Zelandê li Christchurchê beşdarî gotara Înê bû.

A+A-

 

Serokwezîra New Zelandê Jacinda Ardern îro Înê ligel Misilmanên welatê xwe li Christchurchê beşdarî gotara Înê bû ku li wî bajarî êrîş bo ser Misilmanan hatibû kirin.

 

Ardern di gotarekê de got: “Li gor dinê Îslamê, Pêxember Mihemed, slavên xweedayê mezin lê bin, dibêje; bawermend ku heman rehm, soz û dilsoziya wan heye wek yek laş wiha ne, dema beşek ji vî laşî diêşe, hemû laş diêşe.”

 

Serokwezîra New Zelandê ragihand ku New Zelandî bi hemû olan ve beşekî yek laş in û hemû hest bi êşa Misilmanan dikin.

 

Beşdarbûna Serokwezîra New Zelandayê di merasîma gotara Înê ya li Christchurchê de, di demekê de ye ku hefteya borî li heman bajarî, dema nimêja Înê du mizgeft ketin ber êrîşê û di encam de 50 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî hatin birîndarkirin.

 

Jacinda Ardern got: “Li gor dinê Îslamê, Pêxember Mihemed, slavên xweedayê mezin lê bin, dibêje; bawermend ku heman mîhrebanî, soz û dilsoziya wan heye wek yek laş wiha ne, her dema beşek ji vî laşî biêşe, hemû laş diêşe, hemû laş hest bi êşê dike, lewra New Zelanda ligel we sine dike û em yek in.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.