1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê kêm baxifin û zêde kar bikin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê kêm baxifin û zêde kar bikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Emê kêm baxifin û zêde kar bikin

A+A-

Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ewê hewl bidin pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û li hember gendeliyê jî xebatek micid bikin.

Îro piştî pesendkirina kabîneya nû ya hikûmetê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endamên din yên kabîneya wî sûnd xwarin, piştî sûndxwarinê Mesrûr Barzanî li hember endamên parlementoyê behsa armanc û pilana kabîneya nû kir.

Mesrûr Barzanî ragihand, ewê li hember gendeliyê xemsariyê nekin û xebatek micid di wî warî de bikin.

Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman ku ewê nehêlin partî xwe tevlî karên hikûmetê bikin û ragihand, ewê hewl bidin kêm bipeyîvin zêde kar bikin.

Mesrûr Barzanî da zanîn, dê piştî binecîhbûna kabîneya nû serdana Bexdayê bikin û hewl bidin pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin.

 

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.