1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokomar û Serokwezîrên Tirkiyê sersaxiyê li Barzanî dikin
Serokomar û Serokwezîrên Tirkiyê sersaxiyê li Barzanî dikin

Serokomar û Serokwezîrên Tirkiyê sersaxiyê li Barzanî dikin

Her yek ji Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim,

A+A-

 

Her yek ji Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim, di pêwendiyeke telefonî de serxweşiya xwe arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek pêşmerge di çarçoveya êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser Şingalê kirin.

Derbarê vê yekê malpera Serokatiya Herêmê daxuyaniyek belav kir ev jî deqa daxuyaniyê ye:

Êvariya roja Şêşemê 25.04.2017 di pêwendiyeke telefonî de birêz Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim,li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dilgiraniya xwe bi şehîdbûna 6 pêşmerge û birîndarbûna 8 pêşmergeyên din ji Serok Barzanî re ragehandin, ku, di encama êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser Çiyayê Şingalê şehîd û birîndarbibûn.

Herwiha serxweşî li Serok Barzanî û malbatên şehîdên wê bûuyerê kirin û hêviya silametiyê ji birîndaran re xwestin, ew yeke jî dûpatkirin ku, ew rûdane bi ti şêweyekî ne enqesid bû, lê ji şaştiya firokeyan  bû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.