1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokê Ukrayna daxwaza danûstandinên aştiyê dike
Serokê Ukrayna daxwaza danûstandinên aştiyê dike

Serokê Ukrayna daxwaza danûstandinên aştiyê dike

A+A-

 Serokê Ukraynayê daxwaza danûstandinên aştî û ewlekariyê yên cidî bi Moskowê re dike û dibêje, ev take derfeta Rûsya ye da ku şaşîtiyên di êrîşên leşkerî de têne kirin, bêne kêmkirin.

Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelenesky di gotarekê de dibêje, dem hatiye ku ew civînekê encam bidin, dema axeftin û diyalogê ye.

Serokê Sanda Danûstandinan a Rûsya duh ragihandibû, nêzîkbûnek di helwêstan de heye derbarê rewşa bêalîbûna Ukrayna û pêşketinek derbarê bêçekkirina Ukraynayê de.

Medyaya Rûsya belav kiriye, mijara rewşa bêalîbûna Ukrayna û tevlînebûna bo nava NATOyê yek ji xalên sereke yê danûstandinan e û nêzîkbûnek di navbera herdû aliyan de heye, lê hinek nakokî li ser gerentiyên ewlekarî hene ku Ukrayna daxwaz dike.

Wezareta Berevaniya Ukraynayê jî dibêje, Hêzên Rûsî bendera Mariupol bi temamî kontrol kirine.

Li aliyê din şer berdewam e û Rûsyayê di êrîşa hefteya yekemîn de bi awayekî lez ev navçeyên rojhilat û başûrê Ukraynayê kontrol kirin ku piraniya nîştecihên wê derê bi zimanê rûsî diaxivin û ligel Moskow in.

Herwiha li bakur jî nêzîkî Kieva paytext bûne lê ji ber parastina hêzên Ukraynî di du hefteyê borî de nikarîbûn ber bi navçeyên din pêşde biçin ku nîştecihên wê bi zimanê Ukraynî diaxivin.

Netewên Yekbûyî (NY) jî ragihand, ji destpêka şerê navbera Rûsya û Ukrayna de 3 milyon û 270 hezar û 662 kes ji Ukrayna penaber bûne û çûne welatên din.

UNHCR dibêje, heta niha nêzîkî ji %90 ji kesên ku penaber dibin jin û zarok in.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî IOM dibêje ,162 hezar  kes ku xelkê welatê din bûn û li Ukrayne diman neçar mane careke din penaber bibin.

Hejmara herî zêde ya penaberan berê xwe dane Polenda ku hejmara wan 1 mlyon û 975 hezar û 449 kes in.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.