1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nameyeka vekirî xîtabî cîhana erebî kir
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nameyeka vekirî xîtabî cîhana erebî kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nameyeka vekirî xîtabî cîhana erebî kir

A+A-

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî bi minasebeta sersala koçî û ya zayînî ji bo bihêzkirina hevdufêmkirineka mişterek û aşkerakirina rastiyên rewşa Kurdistanê û têkiliyên digel Iraqê û welatên ereb nameyeka vekirî ji navendên milî û resmî yên erebî re şand.

Teksta nameya serokê Kurdistanê li jêrê ye:

***

Nameyeka vekirî ji navendên millî û fermî yên erebî re, da ko têgihîna şaş nemîne û têgihînên hevpişk xurt bibin

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Silavên Xweda li we bin

Bi minasebeta hatina herdu sersalan, sala koçî û sala zayînî, ez xwe şad û bextewer dibînim ko ciwantirîn pîrozbayîyê li hemû xwîşk û birayên misilman û kirîstyan ên seranserî cîhanê û bi taybetî jî Iraqê bikim. Ez daxwazê ji Xwedayê perwerdegar dikim ko ev herdu minasebet bi xêr, xweşî, aştî û pêşkevtinê bo hemûyan vegere.

Ez niha derfetê dibînim ko vê nameyê ji we re bişînim û hêvîdar im ko ji bo xuyanîkirina rewşê û nehiştina têgihîna şaş alîkar be.

Ne pêdivê ye ko em bi hûrî behsa peywendîyên kurd û ereb, li rojhilata navîn û bi taybetî li Iraqa federal bikin. Ji ber ko çiqas behsa evê peywendîyê hatibe kirin, ew peywendîyeka dîrokî, kulturî, civakî û olî ye û ji bo azadîyê, mafên mirov û demokrasîyê hevgirîya armanceka siyasîya hevpişk bûye.

Ewa ko cihê xweşîyê ye ew e ko herdu alî li ser bingeha hevgirtineka li angora daxwazê û demokratîk, gihijtine astê jîyana bi hev re ya azad û pêşkevtî. Ev jî li ser bineçeya naskirineka destûrî û qanûnî ko ji mafê gelê kurdistanê ye kar û barên xwe bi rê ve bibe. Li angora evê yekîtîya federal a ko Iraqa nû ya piştî rizgarbûna ji diktatorîyetê û siyaseta şovenîst, wek ezmoneka bilinda demokrasîyê û mirovanîyê pêşkêş dike, ji gelên welatên rojholata Musliman re jî dibe çirayek.

Ji ber evê çendê berpirsyarîya me ya hevpişk a li beramber serxistina evê ezmona niha, li ser bingeha azadîya hilbijartinê û peyrêkirina demokrasîyê du caran beramber e.

Li jêr saya evê hilbijartina rast û dirista federalizma demokratîk jî, maf hatine dabeşkirin û gerek ji bo hemû pêkhatên din – turkman, kildan, aşûrî û siryan – jî be. Bê goman e ko sistema federalizma demokratîk ewê demê berkemal dibe, dema hemû pêkhatên welat mafên wan li angora cih û karînên wan, li angora destûrê hebin.

Di Iraqa nû de rêzgirtina mafên siyasî, neteweyî û oldarî yên kêmberan (kêmneteweyan) jî, hevgihana ezmûna me ye.

Peywendîyên kurd û ereban li ser dirêjîya dîrokê bi awayên cuda û corane derbas bûne û pirranîya caran rola kurd li ber çav nehatye girtin, mafên kurd hatine mandilakirin, bi dijwarî û bi hêzê û sitemkarîyê bîr û nerîn hatine çesipandin. Di hinek deman jî de peywendî nerm û suriştî bûne. Peywendîyên kulturî yên hemereng jî di navbera herdu alîyan de li pêş kevtine.

Kurdan di hemû biwarên zanînê, toreyê, dîrokê, oldarîyê de û heta di biwarê zimanê Erebî bi xwe jî de, beşdarî di dewlemendkirina kultura Islamî û Erebî de kirine.

Kurdan li welatên dinên evê deverê jî beşdarbûnek karyar di avakirina şaristanîyê de kirine. Herweha, beşdarî di rizgarbûn û serxwebûna evan gelan jî de kirine, li dijî êrîşên derveyî bûne û gelek rêber û serkirdeyên dîrokî yên navdar pêşkêş kirine û yê ko herî li ber çav e, Selaheddînê Eyyûbî ye. Di nav kurdan de gelek kesên pispor û hoşmend ên mezin ên di biwarê rêvebirina dewletê, hunerên avakirinê û serdarîya supa de dîyar bûne. Di serdemên Xilafetê û imparatorîyê jî de, beşdarîyek mezin pêşkêş kirine. Bi tevî evê çendê jî, kurd di pirranîya evan serdeman de rastî çewsandinê bûye, hatiye ji bîrakirin û li paş guh kevtiye.

Gelê kurd li rojhilata navîn heta niha jî, di pêşîya xebatkar û daxwazkarên azadîyê, mafên mirov, dadperwerîyê û demokrasîyê de ne. Ji ber ko ew dibînin ko serkevtina demokrasîyê û dadperwerîyê nêzîktirîn rê ye, ji bo bi destxistina mafên neteweyî û civakî û nehiştina ewê namafîyê (neheqîyê) û sitem û zordarîyê yên ko li ser dirêjîya dîrokê lê hatine kirin.

Nêzîktirîn girov (delîl) li ser evê çendê ew e ko gelê kurd li ser rêbaza demokrasîyê ye, hildana dirişmê demokrasî ji Iraqê re û bi destxistina mefên rewayên gelê kurd ji alîyê bizava rizgarîxwaza gelê kurd bûye. Ji ber ko li nik serokatîya kurdan aşkira bû ko heta demokrasî li Iraqê pêk nehê, doza kurd û arêşeyên dinên Iraqê jî çareser nabin.

Ji ber evê çendê, serokatîya kurd da ser rêya aştîya niştimanî û giyanê lêborînê bi kar anî û di gelek kombûnên opozisiyona Iraqî de – berî herrifîna rejîmê jî – tekezî li ser evan prensîpan kir.

Piştî rizgarbûna Iraqê di sala 2003-ê de, me daxwaza sazdana kongireyekê ji bo aştîya niştimanî kir û di 26/3 2004-ê de kongireyek ji bo evê mebestê li Hewlêrê hat sazdan. Em niha jî banga ewê aştîyê dikin, da ko demokrasî û federlizm xurt bibin. Em weha jî dibînin ko prosesa danîna destûra herdemî û encamdana referanduma li ser destûrê, bi awayekî azadane û demokrasîyane pêk hatiye. Ev jî pêngaveka herî giringa destûrî û qanûnî ye ko li ser rêya evê aştîya niştimanî divê em pîkolên li ser bingeha têgihijtina ji hev û ji yên bermaber û rêzgirtina maf û taybetmendîyên hemû alîyan, xurt bikin û kûr bikin.

Em ji evî alîyê han ve parêzgarîyê li tekst û naveroka destûrê dikin.

Em pîkola tolhildanê nakin. Em daxwaz dikin ko giring e ew tawanên çepelên ko li dijî gelê Iraqê û bi taybetî jî li dijî kurd hatine kirin – ji kavilkirina 4 500 gundan ve û heta qirrkirina feylîyan, barzanîyan, Helebçe û Enfalan – bihên dokumentkirin û tekezkirin.

Em daxwazê dikin ko dadperwerî bi cih bihê û ewên ko sitem li wan hatiye kirin mafên wan ji wan re bihê dan û kesên qurbanîyan bihên qerebokirin. Ev jî dibe ko ji bo başbûna gelek birînên dijwar baş be ko ji ber reftarên hovaneyên rejîma berê bi namafî çê bûn.

Li bîra kesên dadnasên Iraqî ye, herêma Kurdistana Iraqê berî sala 2003-ê nîvserbixwe bû û ewê bi xwe rêya hevgirtina li angora daxwaza xwe ya bi Iraqê re hilbijart. Sistemeka demokratîk û pêşkevtî li ser bingeha jîyana bi hev re ya aştîyane ji xwe re baştir dît û derbasî nava prosesa siyasîya Iraqê bû.

Bi evî awayî jî ewa ko Mela Mustefa Barzanî di sala 1943 de daxwaz dikir êdî bi dest ve hat, dema ko daxuyanek dîrokî û navdar ji gelê Iraqê re şand û tê de got ko ew şerrê Iraqîyan nake. Ew ewê demê rastî êrîşên hêzên hukûmeta Iraqê bûbû. Weha jî got ko ew li dijî sitema paşatîya Brîtaniya şerr dike û bergirîyê di ber mafên hemû Iraqîyan de dike.

Paşê, Barzanî ev yek di hemû demên jîyana xwe de û heta roja dawîya jîyana xwe tekez kir.

Bi berdewamî jî – çi li serdema berxwedana çekdarî û çi di dan û standinên aştîyane de – dixwezt ko demokrasî ji hemû Iraqê re pêk bihê, azadî pêk bihê, biratîya Kurd û Ereb xurt bibe û kîn û dijwarî nemînin. Barzanî li destpêka salên şêstîyên sedsala derbasbûyî jî, daxwaza damezrandina sistemekê parliyamentarî kir. Ev jî ji ber ewê yekê bû ko di serdemên corane de gelek kes û part ên Iraqî, bi tevî cudayîyên xwe yên hizirî, alîkarîya şoreşa kurdî ya bi serokatîya Barzanî bikin.

Alîkarîkirin û piştgirîya siyasî, rewşenbîr û xebatkarên Erebên Iraqî ji bizava rizgarîxwaza kurd re, bi taybetî di sala 1961-ê de, ewê çaxê û niha jî, bi berdewamî sermayeyeka hizirî ya dewlemend e û derfetên jîyana bi hev re ya aştîyane, li ser bingeha yekîtîya li angora daxwazê xurt dike.

Di evê bareyê de û bi şanazî ve, em hilwestê mezinê Îmam Muhsin Elhekîm (Xweda jê razî be) bi bîrê ve dihînin, dema ko şerrê li dijî kurd û kavilkirina gundên wan hillî (heram) kir.

Kesê navdarê demokratxwaz Ezîz Şerîf ji sala 1952-ê ve daxwaza çareserîya federalî ji doza kurd re kiriye û di evê bareyê jî de, perrtûkek nivîsandiye û tê de tekezîyê li ser mafê çarenivîsîyê ji neteweya kurd re dike.

Herweha, em bi rêzgirtin ve rola şêxê Xweda jê razî Nazim El‘asî didin nîşandan ko bi awayekî wêrek daxwaz kir ko gelê kurd bihê naskirin û şerr û kujtarên li dijî wî birawestin.

Em alîkarî û hevdengîya Ereb ji gelê kurd re – çi li Iraqê û çi li deverê – bi baştirîn piştgirî nas dikin, da ko em bêtir ji bo jîyana bi hev re ya aştîyaneya hevpişk rijd bin (bi israr bin).

Herweha, em bi şanazî ve hilwestê pitgirîya sekreterê berê yê Kombesta Erebî Ebdurrehman Ezzam dihînin bîra xwe ko di sala 1943 de daxwaz ji welatên Ereban kir ko piştgirîya doz û daxwazên gelê kurd bikin.

Piştî wî jî, çend berpirs û rewşenbîrên Ereb xwedîyên heman hilwestê azadîxwazane bûn û yê herî li ber çav Cemal Ebdunnasir, Xweda jê razî Melik Feysel, Xweda jê razî Melik Huseyn, Xweda jê razî Hafiz Esed û kak Muemmer Qezzafî ne.

Rêz û silavên me ji hemû kesekî siyasetmedar û rewşenbîrê Ereb re hene. Rêz û silavên me ji hemû nivîskar, hunermend û rojnamevanekî Ereb re hene. Rêz û silavên me ji hemû part û bizaveka Erebî re hene ko li her cihî û di her qonaxekê de piştgirîya xwe ji têkoşîna kurd re dabe nîşandan û bi taybetî jî, di rojên teng de yên salên 1963 û paşê jî, di rojên enfalan û kîmyabarankirinê de dabe nîşandan. Herweha, rêz û silavên me ji ewan xweştivî û demokratxwazên Erebên Iraqê û derveyî Iraqê re hene, ewên ko ji ezmona demokratîk û ragihandina federalizmê re di sala 1992 de li herêma kurdistanê û heta derçûna destûra herdemî, piştevan bûne.

Bê goman e ko ev kesên dadnasên Ereb, dihê bîra wan ko li sala 1991 û piştî serkevtina serhildanê, Bereya Kurdistanê û cemawerê kurdistanê bi çi awayî dan û standin bi endamên dezgehên supayê Iraqê û karmendên dinên Iraqî re kirin û çawa Bereya Kurdistanî, jîyana bi hezaran ji ewan endaman parazt ko ew tê de bi destên xwe bûn û di rewşeka nexweş de beşdarî di jîyana wan de kir. Herweha, çawa Bereya Kurdistanî çawa piştevanîya hevwelatîyên kurdistanê kir, da ko pêşwazîya ewan binemalên Ereb bikin û rêzê li wan bigirin, ewên ko ji ber dojeha cenga bajêrên Baxdadê di sala 1991 de reviyan.

Evaya, bi tevî hemû pîkolên nerastkirina rastîyan ji alîyê dijminên demokrasîyê û biratîya Kurd û Ereban ve, hevwelatîyên bajêrên Mûsilê, Kerkûkê û Dîyala piştî rizgarbûnê di sala 2003-ê de dizanin, ka hêzên pêşmerge çawa wan paraztin û rê nedan ko tolhildan li beramber wan çê bibe.

Ev astê han ê têgihîna hevpişk ji bo alîkarîkirina hev, her weha û ji nişkê ve çê nebûye. Belê giyanê alîkarîyê û hevtêgihînê ji encama têkoşîneka dirêj û dijwara dana qurbanîyan û lêborînê çê bûye.

Belê ewa evroj cihê daxê ye ew e ko hinek şovenîstên dijwarîperest û tengbîn li hinek navendên Erebî û di nav baskên hukûmeta federal de pîkolê dikin ko evî giyanê hevpişk nehêlin û dixwazin peywendîyên birayane yên dîrokî bê naverok bikin û li şûna wê jî, rewşeka leng û nexweş û tije teşerî (tan) dirist bikin û kîneka neteweyî ya ziyankar dirist bikin û birînên berê vebikolin.

Em daxwazê ji hemû dilsozan, ji part, hoz, rêxistinên bajêrvan, rêxistinên pîşeyî û demokratxwazên azadmend dikin, ewên ko di giringîya qonaxê de digihêjin û alîgirên sistema federalizmê, demokrasîyê û jîyana bi hev re ya aştîyane ne ko em bi hev re kar bikin da ko em ewan kesên teşerkar û birînkarên hest, riswa bikin. Herweha, em bi rastgoyî tekezîyê li ser banga xwe dikin, da ko têkoşîna ji bo serxistina aştîya niştimanî ya seranserî xurt bibe û da ko arêşe li ser bingehên destûrê, qanûnê, diyaloga demokratîk û hevpişkîya rasta hevseng çareser bibin.

Em dîsan jî daxwazê dikin ko tundî û dijwarî nemînin û em xwe ji gotinên zivirên zimanê ragihandinê, rojnamevanîyê û bêjedanan dûr bixin, da ko em rê li ewan kesan bigirin, ewên ko dixwazin arêşeyan bixin navbera kurdan û ereban de û kar ji bo vegerandina diktatorîyê dikin. Ji ber evê çendê, ji me hemûyan dihê xweztin ko em pendê ji ezmonên xwe yên berê werbigirin.

Silavên Xwedê li we bin (Wesselamu eleykum)

1/1 2009

Birayê we
Mesûd Barzanî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.