1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Serokê Hak-Parê bersiva îdiayên terefdarên PKK-ê da
Serokê Hak-Parê bersiva îdiayên terefdarên PKK-ê da

Serokê Hak-Parê bersiva îdiayên terefdarên PKK-ê da

A+A-

Serokê Hak-Parê Bayram Bozyelî  bi daxuyaniyekê bersiva rêxistina Înisiyatîfa Gelê Kurdistanê ya nêzîkî PKK-ê da û got tawanbariyên wiha »populîst û erzan in« û ti xêra kurdan di van îdiayên nerast û neheq de nîne.

Daxuyaniya Bayram Bozyelî li jêrê ye:

***

JI RAYA GIŞTIYA KURD RE

Di 11yê Adara 2009an de di Ajansa Nûçeya Fıratê (ANF) de li ser navê Însîyatîfa Gelê Kurdistanê derheqê partiya me de daxwuyaniyeke nerast, bêmaf û navnoker hatiye weşandin. Di daxwuyaniyê de hatiye îddîa kirin ko HAK-PAR ji aliyê AKPyê de tê fînanse kirin. Îddîaya ko partiya me ji aliyê AKPê de tê fînanse kirin, tawanbariyeke populîst û erzan e.

Di vê pêvajoya ko tekoşîna neteweyî û demokratik ya gelê me bi pêşkeftinên girîng re rû bi rû de ye, em; em bang li herkesî dikin ko, ji helwestên dê xisarê bidin diyalog û xebatên yekitiya netewehî dûr bimînin û ji bı Yekîiya Netewehî bi mesuliyet tevbigerin.

Kadroyên ko partiya me pêk anîne ji kevneşopiya tekoşîna 40 salên dawîn û bi keda xwe ya ji bo doza kurd ve diyar in. Em îro jî qada hilbijartinên herêmî, bi heman feraset û biryardarî, ji bo doza kurd û daxwaziyên gelê me yên mafedar dinirxînin. Divê ji vê yekê bi tenê dijminên gelê kurd aciz bibin, ne derdora xwedi vê îddîayê.

Partiya me derbarê Yekîtiya Netewehî û xasima jî ji bo Bloka Kurd ya Hilbijartinê bi awayeke berpirsiyarî û avaker tevgeriyaye û ev yek ji aliyê raya giştiya kurd ve tê zanîn. Ew kesên ko ji bo yekîtiyê berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne, bi tawanbarkirina Partiya me ve, hestên xwe yên gunehkariyê li pêş çavan radixin.

Ji aliyê din ve ji bo pirsa Yekîtiya Netewehî zimaneke maqul divê. Tê zanin ko nêzîkahiyên navnoker û xirabker dibe sedemê şikestin û hilweşîna enerjî û hêviya gelê me.

Di vê pêvajoya girîng ya ko tekoşîna gelê me tê de ye, berpisiyariyeke dîrokî li ser milê me hemûyan e.

HAK-PAR li ser raya yekîtiyê hatiye ava kirin û wek duh em îro jî xwedî biryar in, û bi zanîn û berpisiyariyeke netewehî di riya xwe de dimeşin.

Berê xwediyê vê îddîayê û paşê jî hemû aliyên kurdan dawe dikin ko bi heman feraset, bi berpirsiyarî û avaker tevbigerin. Vê yekê, wek partiyek kurd, ji bo xwe wezifeyek dihesibinin.

Em bi rûmetî pêşkeşî zanîna gelê xwe dikin.

13/3 2009
Bayram BOZYEL
Serokê giştî

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.