1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serokatiya Dozgeriya Giştî: Kuştina malbata kurd tawaneke terorîstî ye
Serokatiya Dozgeriya Giştî: Kuştina malbata kurd tawaneke terorîstî ye

Serokatiya Dozgeriya Giştî: Kuştina malbata kurd tawaneke terorîstî ye

Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê daxwaza desteserkirina hemû tohmetbarên bûyera kuştina malbata kurd a li Bexdayê dike û dibêje ev tawaneke terorîstî ye.

A+A-

 

Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, li ser kuştina malbata kurd a li Bexdayê diyar kir: “Ev tawaneke diltezîn û tirsnak û kosteke mezin e ku bi ser malbateke kurd a Iraqî de li Bexdayê hatiye, tawaneke terorîstî ya neexlaqî, pîs û hovane ye û li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de ji dezgehên ewlehiyê yên Iraqê û ji Encûmena Bilind a Dadgeriyê û ji hemû aliyên berpirs hatiye xwestin ku "hemû rêkarên yasayî bigrin ber xwe ji bo desteserkirina hemû tawanbaran, bilez lêkolînê li ser wan bikin û bidin dadgehê da ku werin cezakirin".

Roja sêşemê 15ê Îlona 2020an li Bexdayê, Dara Reûf, Aliye Necmî û keça wan Şîlan li nav mala xwe ya li taxa Mensûrî ya Bexdayê hatin kuştin, ku ew tax bi wê yekê tê nasîn ku ewlehiyeke baş li wir heye.

Mehdî Husên Nasir Meter ku di sala 1984an de jidayîk bûye û nişteciyê Bexdayê ye, duh li Hewlêrê ji aliyê Dije-Terora Kurdistanê ve hat desteserkirin.

Îro her sê termên malbata kurd bo bajarê Silêmaniyê hatin veguhestin û li wê derê hatin veşartin.

Mihemed Tariq, xwarziyê Dara Reûf di civîna çapemeniyê de spasiya hemû aliyên ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, ku di desteserkirina tawanbar de beşdar bûn û got: “Gumana me li ser kesek nîne, lê tenê kesek nikare hemû van tiştan bike.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.