
Serok Barzanî:Kurdistan êdî naxwaze bindest be
Mesûd Barzanî bi mebesta guftûgokirina di derbarê referandûm û serbixweyî ya Kurdistanê pêşwaziya hejmarek ji endamên rêxistina navdewletiya (şanda ji bo guftûgoyê) kir ku ji xwendekar û lêkolînerên warê zanistî û felsefeya siyasî ya li welatên Ewrupa pêkhatibûn.
Li vê civînê de Serok Barzanî bi hurî wan sedeman ji bo amadebûyên civînê şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûm û serbixweyî yê hengavan bavêje û ronahî xiste li ser dîroka gelê Kurdistanê ya li gel dewleta Iraqê û wan êşên ku ji aliyê hikûmetên yek li dawiya yeke ya Iraqê beranber gelê Kurdistanê encam dane û ragihand ku dewleta Iraqê li ser bingeha şeraketî ya gelê Kurdistan û Iraqê hatiye avakirin lê belê ew şeraket hatiye binpêkirin û beşa gelê Kurdistanê ji wê şeraketê enfal û jenosayd û wêrankarî û kîmyabaran bûye û li qonaxa piştî 2003 jî gelê Kurdistanê bi awayeke dilxwaze biryarê da ku li gel dewleta Iraqê yek bigrê û rolekî serekî li avakirina Iraqê û nivîsîna destûra Iraqa federalî û demokratî de girt lê belê mixabin destûr hate binpêkirin û kar gihîşte birîna debara xelkê Kurdistanê û her wiha şîrê zarokên Kurdistanê jî hate birîn. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi beravajiya rêkkeftinan Pêşmerge ku beşek bû ji sîstema bergiriya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve abluqe xistin ser û li destpêka şerê Da'îş da Pêşmerge çek nebû bergiriyê li Kurdistanê bike. Serok Barzanî spasî hevkariya welatên hevpeymanan kir û wê yekê xisterû ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdana xwe efsaneya Da'îşê têkşikand. Di derbarê paşaroja Kurdistanê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku madem prensîbê şeraket û destûrê hatiye binpêkirin gelê Kurdistanê naxwaze êdî pêvek û bindest bê û bikevê nav bazneya şerê bêdawî û tundutîjiyê û ezmûna şikestxwariya sed sala derbasbûyî dûbare bibê.
Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê li rêya aştiyane û diyalog û dûrî tundutîjiyê tê birêvebirin û referandûm û hengavên berev serbixweyî rê li kûrtirbûna giriftan û şerên din digrê û em dixwazin bi aştî li gel cîranan xwe û gelên navçeyê bijîn.
Her li vê civînê de xwendekar û lêkolînerên beşdarbuyî çend pirsiyarek di derbarê sîstema siyasî û referandûm û eger û pêşhatan xistin rû û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyaran wan da û di derbarê çarenûs û mafên pêkhatan Serok Barzanî wê yekê xisterû ku mîsogeriyeke tevahî didîn ku Kurdistan bibê mînaka pêkvejiyan û pêkhatan her çawa bixwazin û bi çî bawer û piştrast dibin û bi vî awayî jî li gel wan da dijîn. Di derbarê navçeyên veqetandiyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Hikûmeta Iraqê bi cîhkirina maddeya 140 piştguh xist û niha jî nîştecihên wan navçeyan ew maf heye biryarê li çarenûsa xwe bidin û beşdarî li referandûmê dikin û pêwîste hemû aliyek jî rêz li wê biryare bigrin.
Bassnews
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.