
Serok Barzanî: Pêwîste çanda pêkvejiyan û biratiyê kûrtir bibe!
Serok Barzanî pêşwazî li şandeya tayfeya Siryaniyên Ortadoks ên li Kurdistanê, parêzgeha Nînowa û Iraqê kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja şemî 26.01.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda Serokayetiya Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Kurdistan û parêzgeha Nînowa û Iraqê, bi Serokayetiya Patrîkê Pîroz Mar Egnatyos Eframî yê dûyem, Patrîkê Entakya û tevahiya Rojhilat û Serokê Dêra Siryanî Ortodoks li Cîhanê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Metranên Dêra Ortodoks pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li parastina pêkhatan û Xirîstiyanên Kurdistanê li rojên dijwar de kirin û pêzanînên xwe ji bo hewandin û yarmetîdana wan ya li Herêma Kurdistanê kirin. Herwiha ji bilî balkişandina peyvendiyên dîrokî yên Xirîstiyanên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê, tekezî li ser pêkvejiyan û çarenivîs û paşeroja hevbeş a gelê Kurdistanê û pêkhatên wê kirin.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser wan êş û azarên ku di dema derbasbûyî de li ser Xirîstiyanan û xelkê Kurdistanê da hatiye û ew yek teqez kir ku Kurdistan welatê hemûyane û nabê kesek jî hana Xirîstiyanan bide ku welatê xwe bi cîh bihêlin û niha li qonaxa dawiya nemana terorê ye, pêwîste çanda pêkvejiyan û birayetiyê kûrtir bibê.
Metirsiyên terorê û hizra tundiyê û herwiha rewşa siyasî û ewlehiya Sûriye mijareke din ê vê civînê bû.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.