1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serok Barzanî nîgeraniya xwe ji pêşeroja Kurdên Sûriyê derbirî
Serok Barzanî nîgeraniya xwe ji pêşeroja Kurdên Sûriyê derbirî

Serok Barzanî nîgeraniya xwe ji pêşeroja Kurdên Sûriyê derbirî

Serok Barzanî di hevdîtina ligel Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê Brett McGurg de nîgeraniya xwe ji pêşeroja Kurdên Sûriyê derbirî.

A+A-

Roja Duşem 17.12.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett McGurg Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û şanda pê re kir, ku ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û Balyoz William Roebuck Şêwirmendê Taybetê Nûnerê Taybetiyê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêrê pêk hatibûn.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî, “Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî hatin guftûgokirin û şanda mêvan guhertinên siyasî û ewlehiyê yên dawî yên Sûriyê û rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên DAIŞê li Sûriyê û her wiha stratejiya welatê wan ya di derbarê Sûriyê ji bo Serok Barzanî xiste rû.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniyên xwe yên li paşaroja gelê Kurd li Sûriyê, nêrîn û şîretên xwe yên di derbarê çawayiya çareserkirina kêşeyan û gefên li ber gelê Kurd li Sûriye şîrove kir.

Her di vê civînê de, di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hevkêşeyên li nav proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên nirxandina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Encamên serdana Serok Barzanî ya meha derbasbûyî li Bexda û her wiha serdana Wezîrê Wize yê Amerîka li Herêma Kurdistanê mijareke din ê vê hevdîtinê bûn.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.