1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Serekên YE-yê bilez kom bûn: ji bo mijara penahberan çaredîtina bilez
Serekên YE-yê bilez kom bûn: ji bo mijara penahberan çaredîtina bilez

Serekên YE-yê bilez kom bûn: ji bo mijara penahberan çaredîtina bilez

A+A-


16 serekên welatên endamên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) do li Brukselê ji bo çaredîtina ji krîza penahberan re kom bûn. Ev kombûn, ji bo krîza herî giring a ev sê sal in YE ev 3 sal in pê re rû bi rû ye, tevgera herî giring bû.

 

Li ser gazîkirina Jean Claude Juncker-ê serekê encûmena YE-yê, tevlî yên Elmanya, Fransa, Holenda û Îtalyayê serekê 16 welatan li avahîya Encûmenê di komkara nefermî-neresmî de hatin kêleka hev.

Mebest-hedef; bi tevgera Fransayê û Îspanyayê li berava Deryaya Sipî ji bo penahberan-multecîyan avakirina navendeke dîtina pêşîn e.

Macaristan û welatên din ên koma Vîşegradê (Polonya, Komara Çekê, Slovakya) yên ku ji pakêta qanûnê cezakirina alîkarên koçberên qaçax re erê kiribûn, kombûnê boykot kirin û tevlî nebûnê. Serekwezîrê Macaristanê Vîktor Orbanî got mijara koçberîyê divê ne ji alîyê Komîsyona Ewrûpayê ve, ji alî Konseya Yekîtîya Ewrûpayê ve were birêvebirin. Tê gotin ku dibe ji bo ketina tansîyonê nava dewletên endam, li ser daxwazên penahberîyê were hişkkirin.

Angela Merkela serekwezîra Elmanyayê piştî kombûnê got “rojeva kombûna îro dê ji bo awayê parastina sînorên me yên derve û awayê ķêmķirina koçberîya neqanûnî ya ber bi Ewrûpayê ve ye.”

Merkelê got ji bo teşqeleya penahberan dîtina çareye zehmet e. Nabe ku hîvîya me ji alîyê 28 endaman ve standina biryara hevgirtî be. Ji ber vî awayî jî peydakirina hevgirtinên duyanî û sêyanî gelek girîng e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

         

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.