1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ŞERÊ TRUMP YÊ BI MEDYAYÊ GEŞ BU
ŞERÊ TRUMP YÊ BI MEDYAYÊ GEŞ BU

ŞERÊ TRUMP YÊ BI MEDYAYÊ GEŞ BU

A+A-

 

Serokê Emerîkayê Trump medya suçdar kir û xwast navên wan kesên di heyama hilbijartina serokatiyê da digotin ji bo alîkariya Rusyayê ruşwet hate dayîn bêne aşkera kirin.

 

Trump di hesaba xwe ya Twîttirê da di derheqê dosyaya di heyama hilbijartina serokatiyê da ya ji ber têkiliyên bi Rusyayê hatiye vekirin û hatina vê dosyayê ya meclîsa nuneran da got:

Ew kesên li pişt vê dosyaya bê bingeh me mecbur dikin ku em bi qanunê cewabê bidinê. Kê bi vê armancê pere dabe hewceye Wezareta Edaletê an jî FBI van kesan aşkera bike.

Trump di Twîttireke din da jî got: Pereyekî biçuk yê me daye Facebookê tête axaftin. Lê çima milyon dolarên hatine dayîn ji bo CNN, NBC û CBS yê nayêne axaftin?

Trump got: Berî min Hîlary Clîntonê ji bo hilbijartina serokatiyê bi sedan milyon dolar xerc kirin, Facebookê pişgirî da Clîntonê.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

 

             

Etiketler : , , , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.