1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Senatoya Amerîkayê bangî Trump kir ku dorpêçan li hember Tirkiyê bisepîne!
Senatoya Amerîkayê bangî Trump kir ku dorpêçan li hember Tirkiyê bisepîne!

Senatoya Amerîkayê bangî Trump kir ku dorpêçan li hember Tirkiyê bisepîne!

A+A-

Senatoya Amerîkayê, ji ber kirîna S-400an bang li Trump dike, gavek zûtir hember Tirkiyê biryarên dorpêçê bicîh bike û ragehand, Serokkomariya Tirkiyê aborî û ewlekariya welatê xwe xistiye metirsiyê.

Komîteya Hêzên Çekdar û Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê li ser twîtterê da xuyakirin, ew ji Serok Trump dixwazin, di çarçoveya yasayê de, dorpêçên pêwîst bi awayeke berfireh cîbicî bike û bang li Wezareta Berevaniyê jî dikin, ku Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derbixe.

Herwaha ragehand, Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ji bo berdawamiya pêwendiyên stratejîk gelek pêşniyarên girîng ên Amerîkayê ret kirin e, ku asîmanên xwe bi  firokeyên F-35 û mûşekên Patrîot biparêze.

Da zanîn, bi kirîna sîstemên S-400an, Erdogan hevaltiyeke metirsîdar bi Putîn re dike û aborî û ewlekariya welatê xwe û yekîtiya NATOyê xistiye xeterê.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.