1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Sekreterê NATO: Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e
Sekreterê NATO: Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e

Sekreterê NATO: Rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e

A+A-

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Waşigntonê civiya û daxwaza parastina wan destkevtan kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriye û Iraqê bi dest xistine. Amerîka bi mebesta parastina wan destkevtan, 600 serbazên xwe li Sûriyê dihêle, ku bingehên wan ên sereke li Rojavayê Kurdistanê dibin. Sekreterê Giştî yê NATOyê jî dibêje, hêj rewşa Rojavayê Kurdistanê metirsîdar e.

Di civîna welatên endam di Hevpeymaniya Navdewletî de, ku roja bihorî Pêncşemê li Waşingtonê hat sazkirin, Amerîkayê ji welatan daxwaz kir, çekdarên DAIŞê yên girtî li cem HSDê werbigrin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku dê hewlên wan ên ji bo jinavbirina DAIŞê berdewam bin û bi wê armancê jî dê leşkerên wan li çend navçeyên Sûriyê bimînin. Ew navçe jî Rojavayê Kurdistanê û navçeya Tenefê ne.

Mike Pompeo ji wezîrên derve û berpirsên zêdetir ji 30 welatên endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re got, ku divê ji bo wergirtina çekdarên DAIŞê yên girtî amade bin û bal kişande ser wê yekê jî ku Waşington dê ji bo vegerandina penaberên Iraqî alîkar be.

Pompeo got: “Em niha nikarin rawestin. Divê ji wê yekê piştrast bin ku careke din DAIŞê bihêz nabe. Dê ev kar jî bi encamdana dadperweriyê bê kirin. Divê endamên hevpeymaniya navdewletî wan hezaran çekdaran werbigrin ku hatine girtin û dadperweriyê li hemberî wan bicîh bikin ku tawanên kirêt encam dane. Hewlên me ji bo vegerandina penaberên Iraqî berdewam in ku zêdetir ji 4.3 milyon kesên sivîl in û em dixwazin hemûyan vegerînin. Ji ber vê yekê jî divê hevpeymaniya navdewletî bûdceyekê amade bike ji bo vegerandin û xizmetgûzariyan û her wiha nûjenkirina jêrxanê. Divê hemû li bakurê rojhilatê Sûriyê jî alîkariyan bikin.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê jî ragihand, ku rast e, serkeftinekî mezin di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin, lê hêj jî gefên DAIŞê berdewam in.

Jens Stoltenberg diyar jî kir ku rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola HSDê de hestiyar e û divê destkeft nekevin metirsiyê.

Stoltenberg destnîşan kir: “Hemû hevpeymanên NATOyê beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, lê hêj jî şer temam nebûye û DAIŞ jî hîn gef e. Rewşa bakurê Sûriyê hêj jî hestiyar e. Aşkere ye ku ciyawazî di navbera hevpeymanên NATOyê de li ser rewşa wê navçeyê heye, lê di heman demê de em hevnêrîn in ku divê destkevtên li wir bêne parastin ku di şerê li dijî DAIŞê de hatine bidestxistin.”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di Îlona 2014an de bi serkêşiya Amerîakyê hat avakirin û 81 endamên wê hene û di civîna roja Pêncşemê de jî endamên wê hevpeymaniyê ragihandin ku dê hevkariya wan a ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê berdewam be.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.