1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Sedema qezaya li Qahireyê şerê makînîstan e
Sedema qezaya li Qahireyê şerê makînîstan e

Sedema qezaya li Qahireyê şerê makînîstan e

Nebîl Sadiqê Serdozgerê Misrê der barê encama lêpirsîna li ser qezayê da daxuyaniya nivîskî da

A+A-

Serdozgeriya Misrê diyar kir ku qezaya trênê ya li Qahireyê di encama şerê makînîstan da çêbûye.

Nebîl Sadiqê Serdozgerê Misrê der barê encama lêpirsîna li ser qezayê da daxuyaniya nivîskî da.

Sadiqê Serdozger got dema lokomotîfekê park dikir yan din ji aliyê ters ra hat û li hev ketin.

Sadiq diyar kir ku li ser vê makînîstekî lokomotîfa xwe hê nedabû sekinandin ji bo ji makînîstê din ra hêrs bikeve jê peya bû. Sadiq destnîşan kir ku leza lokomotîfa bê makînîst mabû zêde bû û li bariyera pêşiya rê qelibî li ser vê şewat derket.

Serdozger Sadiq got makînîstê bibû sedema qezayê binçav kirin û îfadeya wî hildan, wekî mayîn nasnameya kesên di qezayê da mirin nayê tesbîtkirin, ji ber vê jî ekîbeke ji pisporên tipa edlî pêk tê ew ê ji cesedan DNAyê hildin.

Hale Zayidê Wezîrê Tenduristiya Misrê diyar kiribû ku piştî qezaya li rawestgeha li Ramsesa herêma Qahireyê 20 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn.

Hîşam Erefatê Wezîrê Gihandinê yê Misrê piştî bûyerê îstifa kiribû.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.