1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Scotland xwe ji referandûma serxwebûnê re amade dike
Scotland xwe ji referandûma serxwebûnê re amade dike

Scotland xwe ji referandûma serxwebûnê re amade dike

A+A-

 Keleha Edinburghê li Scotlandê, belgeya herî xwiya ya dîrokî ya şerên Scotlandiyan e li dijî Ingilîzan bo serxwebûna Scotlandê û cudabûna ji Brîtanyayê di herdu sedsalên 13 û 14an de. Sala 1707an, herdu dijminên hev ên dijwar, Scotlandî û Ingilîzan di bin sîwana yasaya yekgirtî de biryara bihev re jiyanê dan di çarçoveya welatekî de bi nave Şahnişînê Yekbûyî.

Lê bi dirêjahiya 300 salên derbasbûyî xwesteka Scotlandiyan bo cudabûna ji Brîtanya û dûrketina ji Taca Şahînşahê Brîtanyayê, her maye. Di 18ê Îlona 2014an de, referandûmek bo cudabûna Scotlandê ji Brîtanyayê hat kirin. Pirsyareke sade li ser kaxeza referandûmê ji xelkê hatibû kirin, “Gelo divê Scotlanda bibe welatekî serbixwe?.” Bersiv ne wek xwesteka cudaxwazan bû, alîgirên mana ligel Brîtanyayê di referandûmê de biserketin.

Berpirsa Cudakirina Dengan di Referandûma Serxwebûna Scotlandê de Mary Pitcaithly dibêje: “Li gor amaran radighînim, bi giştî dengên rast li hemû Scotlandayê 3 milyon û 623 hezar û 344 deng in. Ji sedî 84.6ê xelkê deng dane. Zêdeyî 2 milyon kesan dengê nexêr bo cudabûna Scotlandayê dane û li beramber milyonek û 600 dengên belê. Bi vî awayî jî bersiva piraniya Scotlandiyan li ser pirsa gelo divê Scotlanda bibe welatekî serbixwe? Nexêr e.”

Ji sedî 55.3 gotin na li beramber ji sedî 44.7 ku dengê erê dabûn bo damezrandina dewleta Scotlandayê. Di nav civakê encaman deng veda, alîgirên serxwebûnê bêhêvî bûn.

Alîgirê Serxwebûna Scotlandayê Stieve Write jî got: “Gelekî cihê xembariyê ye, ji ber ew referandûm tejî xwesteka neteweyî bû bo Scotlandayê, ne bo dengderên belê yan nexêr, lê bo Scotlandayê. Lê êdî encam nexêr hat û ez xembar im.”

Lan Young jî dibêje: “Ez bi xwe li gor min tiştekî baş e. Ji ber referandûmê xelk kir du beş. Armanca referandûmê serxwebûna Scotlandayê bû lê xelkê deng nedayê.”

Scotlanda di çarçoveya Brîtanyayê de, xwediyê hikûmet û parlamentoya xwe ye. Scotlandiyan ji sala 1997an ve deng li ser sîstema perwerdê ya taybet bi xwe dane, herwiha sîstemeke tendirûstî û yasayî ya navxwe taybet bi îdarekirina herêma xwe pesend kirine. Lê belê heta niha siyaseta rezerv û dirav, derve, berevanî, sîgorta civakî û koçberan di destê hikûmeta Brîtanyayê de ye.

Zêdeyî 5.3 milyon Scotlandî li ser axeke 79 hezar kilometer çargoşeyî dijîn. Aboriyeke wê ya baş heye ku dahata salane 202 milyar dolar derbas dike. Xwerak û vexwarinên bi alkol bi taybetî vîskî yek ji stûnên girîng ên aboriya Scotlandayê ye, salane bi bihayê nêzîka 8 milyar dolar xwarin û vexwarinê dişîne bazarên navdewletî, herwiha bi bihayê nêzîka 5 milyar dolar jî wan berheman difroşe Brîtanyayê.

Di warê Cografî de Scotlanda xwediyê rûberekî berfireh ê deryayî ye ku nêzîka 463 hezar kilometer çargoşe ye. Piraniya masiyên hinardekirî yên Brîtanyayê bo Ewropayê, li peravên Scotlandayê tên girtin. Her ew e taybetmendî daye bazirganiya masiyan a Scotlandayê bi taybetî corê Selemon ku salane nêzîka yek milyar dolarê Amerîkî sûdê dighîne aboriya Brîtanyayê.

Ligel wê hemû fêdeya ku Scotlanda dighîne beşên din ên Şahnişîna Brîtanyayê, hêjî beşa zêde ya Scotlandiyan hest bi paşguhxistinê dikin. Piştî pênc sal şikestina hewldana serxwebûna Scotlandayê, careke din xwesteka qedîm a beşek ji Scotlandiyan nû bûye. Vê carê alîgirên serxwebûna Scotlandayê pişta xwe bi zêdebûna rêjeya dengderên ciwan girêdane ku di rapirsiya dawî ya nav Scotlandayê de, bi rêjeya ji sedî 52 piştgirî li cudabûna Scotlandayê kirine li beramber ji sedî 32ê ciwanên din ku dijî bûne.

Akinciya Edinburghê Mary Cryan jî wiha axivî: “Ez gelek kesan dinasim ku dizanim di 2014an de dijî serxwebûna Scotlandayê deng dabûn, lê niha ji ber polîtîkayên xirab ên Londonê û herwiha Brexitê, nerîna wan hatiye guhertin bi taybetî ciwan ku amade ne deng bo cudabûnê bidin.”

Berfirehbûna bazinê alîgirên cudabûna Scotlandayê ji Brîtanyayê, hevdem e ligel cûdabûna Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê piştî Brexitê. Di referandûma Brexitê ya 2016an de, Scotlandiyan bi rêjeya ji sedî 62 deng bo mana di nav Yekîtiya Ewropayê de dan li beramber ji sedî 32 ku deng bo derketina ji Yekîtiyê dabûn.

Wezîra Yekem a Scotlandayê Nicola Sturgeon (Sitêrcon) hevdem Seroka Partiya Niştimanî ya Scotlandayê ye. Ji 129 kursiyên Parlamentoya Scotlandayê, Partiya Niştimanî xwediyê 63 kursiyan e. Sturgeon (Sitêrcon) wiha tê naskirin ku bi dijwarî berevaniyê li serxwebûna Scotlandayê dike. Ew derbarê derencamên Brexitê de hişyariyê dide Scotlandiyan û wek ew dibêje, dijî xwesteka xelkê Scotlanda ye û wan ji hevbeşên Ewropî dûr dixe.

Wezîra Yekem a Scotlandayê Nicola Sturgeon jî got: “Meha Gulana bê, em daxwazê ji we dikin, daxwazê ji gelê Scotlandayê dikin baweriyê bidin me daku bingehê welatekî baştir diyenin. Em daxwazê ji we dikin li gor karên me yên derbasbûyî me binirxînin û piştgiriya planên me yên siberojê bikin. Piştî hilbijartinên Gulana 2021ê ez daxwaza mohleta we dikim bo pêkanîna referandûma serxwebûna Scotlanda û cudabûna ji Brîtanyayê.”

Ligel germbûna daxwazan bo cudabûna Scotlandayê, Ingilîzên Brîtanî ku nûnertiya piraniya desthilata siyasî û aborî ya Brîtanyayê dikin, tên ser xetê û hewl didin fikra yekbûna welat geş û xweşok bikin. Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson serdana Grava Orkney a bakurê Scotlandayê kir û li wê derê dijî referandûma Scotlandiyan rawestiya.

Derbarê mijarê de Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jî wiha axivî: “Wek dizanin me çend sal berî niha referandûma şikandina vê yekbûna Brîtanyayê dît. Ew tenê 6 sal berî niha bû, wate hê nifşekî nû çênebûye daku bê û referandûmê bike. Bi baweriya min xelk bi rastî dixwazin welatê me bihêz bibînin, ew jî bi yekbûna me tê kirin û em jî her wî karî dikin.”

Piştî sê sedsal pêkvebûna bihez a Scotlanda ligel Brîtanyayê, niha beşeke wan a xuya daxwaza xatirxwestinê dikin û bo vê mebestê jî rêya zêdeyî 8 sedsalên şaristaniya demokrasiya Brîtanyayê hilbijartine ku Brîtanî bi xwe şanaziyê pê dikin. Herçiqas London hewl dide vê daxwaza Scotlandiyan paş bixe yan nehêle biserkeve, lê bi baweriya piraniya wan êdî dem hatiye Şahnişîna Brîtanyayê hilbiweşe û ligel Scotlandayê bibin du welatên cîran.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.