1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şanderê NY yê bo karûbarên Sûriyê serdana Tirkiyê dike
Şanderê NY yê bo karûbarên Sûriyê serdana Tirkiyê dike

Şanderê NY yê bo karûbarên Sûriyê serdana Tirkiyê dike

A+A-

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî yê bo Karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen serdana Tirkiyê dike û ligel rayedarên wî welatî dicive.

Biryar e îro Pêncşemê 5ê Îlona 2019an, Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî yê bo Karûbarên Sûriyê, Geir Pedersen bigihe Enqereya paytexta Tirkiyê.

Pedersen di serdana xwe ya bo Enqerê de, dê ligel rayedarên Tirkiyê û ji wan jî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Pederson dê bi rayedarên Tirkiyê re, rewşa Sûriyê û bi taybet jî rewşa Idlibê gotûbêj bike.

Serdana Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî, Geir Pedersen bo Tirkiyê di demekê de ye ku niha Amerîka û Tirkiyê li gor rêkeftinekê dixwazin navçeyeke aram li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê çêbikin.

Kirîza Sûriyê îsal di 8mîn sala xwe de ye û tevî encamdana çendîn hevdîtin û civînên navdewletî, yên çend alî, du alî û sê alî, herwiha birêveçûna zincîre civînên Cenev û Astana, heta niha nehatiye çareserkirin.

Tirkiye yek ji welatênbi bandor di kirîza Sûriyê de ye û hêzên leşkerî yên wî welatî derbasî nav axa Sûriyê bûne û çendîn herêm û bajarên Sûriyê niha di bin kontrola artêşa wî welatî de ne. Enqere herwiha ji destpêkê ve piştgirî daye grûpên çekdar û aliyên opozisyonê yên li dijî hikûmeta Sûriyê.

Tirkiye herwiha gefa wê yekê dixwe, ku eger YPG û HSD hêzên xwe û çekên xwe yên giran ji ser sînorê wî welatî venekişînin, dê êrîşî herêmên li rojhilatê çemê Firatê û Rojavayê Kurdistanê bike.

Her ji ber wan gefên Tirkiyê, Amerîka bi wî welatî re li ser avakirina navçeya aram lihevkirin kiriye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.