1. HABERLER

  2. KURDİSTAN

  3. Şanda PDK û YNKê li Bexdayê daxwazên Kurd gotûbêj dike
Şanda PDK û YNKê li Bexdayê daxwazên Kurd gotûbêj dike

Şanda PDK û YNKê li Bexdayê daxwazên Kurd gotûbêj dike

A+A-

 

Îro şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê hejmarek civîn derbarê hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de encam didin.

Duhê êvarê şanda hevbeş a PDK û YNKê bo guftûgokirina dawî hewlên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmet û mezintirîn koma parlemantoyê gihîşt Bexdayê û di destpêkê de ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya.

Biryar e jî şanda hevbeş îro hejmarek hevdîtin û civîn ligel alî û hevpeymaniyan bike û daxwazên Kurd gotûbêj bikin.

Ev di demekê de ye, hewla aliyên Iraqî bo pêkanîna mezintirîn koma parlemantoyê bi armanca ragihandina hikûmetê nû ya Iraqê berdewam in.

Di vê çarçovê de jî, rikberiyeke mezin di navbera hevpeymaniya Fetih, Dewleta Yasa bi serokatiya Hadî Amirî û Nûrî Malîkî bi lîsta Saîrûn û Nesir bi serokatiya Muqteda Sedir û Heyder Ebadî li ser bidestxistina piştgîriya Kurd heye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.