1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şamê 3 merc ji bo ektîvkirina rêkeftina Edenê destnîşan kirin
Şamê 3 merc ji bo ektîvkirina rêkeftina Edenê destnîşan kirin

Şamê 3 merc ji bo ektîvkirina rêkeftina Edenê destnîşan kirin

Wezareta Derveya Sûriyê 3 merc ji bo ektîvkirina rêkeftina Edene bi Enqere re destnîşan kir û ew jî vekişandina hêzên Tirkiyê, sekinadina piştevaniya “grûpên terorîst” û vegerandina rewşa ser sînor wek dema berê.

A+A-

 

Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Sûriyê, daxuyaniyeke nivîskî li ser zimanê çavkaniyeke berpirs di wezareta derve ya wî welatî de belav kir, têde dibêje ku  Komara Erebî ya Sûriyê pêbend e bi rêkeftina Edene û tevahiya rêkeftinên din ên girêdayê şerê dijî terorê, lê Tirkiyê ji sala 2011an ve, dest bi binpêkirina van rêkeftinan kiriye.

 

Çavkaniya berpirs di Wezareta Derve ya Sûriyê de, daxwaz kir ku rewşa ser sînorê bi Tirkiyê re vegere wek berê û hêzên Tirkiyê bi temamî ji nav Sûriyê derkevin.

 

Heman çavkanî dibêje  divê Enqere dest ji “piştevanîkirina grûpên terorîst” berde, daku Şam û Enqere bi hev re, bikaribin vê rêkeftinê ektîv bikin, bi awayekî ku ewlehiya sînorê herdû welatan bê parastin.

 

Di serdana wê dawiyê ya Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan bo Rûsyayê û hevdîtina wî li gel Vladimir Putin de, rêkevtina Adana ya navbera Tirkiyê û Sûriyê careke din kete rojevê.


Yek ji mijarên civîna navbera Erdogan û Putin, ektîvkirina rêkevtina Adanayê ya navbera Tirkiyê û Sûriyê de bû. Ev rêkevtin sala 1998an hatibû imzekirin û di encama wê de, hemû çalakiyên PKKê li Rojavayê Kurdistanê hatin qedexekirin û bi sedan endam û kadroyên PKKê hatin girtin, an radestî Tirkiyê hatin kirin.

 

Bendên rêkevtina Adanayê bi temamî di berjewendiya Tirkiyê de bû, ew jî ev in:

 

- Sûriyê wê hevkartiya Tirkiyê bike, di şerê terorê de, bi riya sînor.

- Şam alîkariya ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bidawî bîne.

- Şam rêberê PKKê Ebdullah Ocelan ji welatê xwe derxîne.

- Hikûmeta Şamê kampên PKKê li Sûriyê û Lubnanê bigire

- Divê Şam rê li ber derbasbûna endamên PKKê bo Sûriyê, bigire.

- Ji mafê Tirkiyê ye heta 5 kîlometreyan derbasî nava xaka Sûriyê bibe, ji bo şerê terorîstan bike weke ku di rêkevtinê de hatiye.

- Nakokiyên sînorî, di navbera herdu dewletan de, têne bidawîkirin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.