1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Şam: Sêyekê fuzeyên avêtî hatin tunekirin
Şam: Sêyekê fuzeyên avêtî hatin tunekirin

Şam: Sêyekê fuzeyên avêtî hatin tunekirin

A+A-

 

 

Rejima Sûrîyeyê got berî êrîşa-kiçîma fuzeyan hemû biryargehên eskerî hatine valakirin û niha jî xesara bûyî di ber çav re tê derbaskirin. Û sêyekê-ji sisêyan yekê fuzeyên avêtî hatine tunekirin.

 

 

 

Destûrdarekî Sûrîyeyî ji Reuters (Roytirz)ê re axaft û got “berî êrîşê Ûris em hişyar kirin û biryargehên me yên eskerî berî çend rojan hatin valakirin. Hema hema 30 fuze hatin avêtin û sêyekê wan hatin tunekirin.

Çapemenîya dewleta Sûrîyeyê, êrîşên fuzeyan wek “binpêkirineke qirêj a ḥiqûqa navnetweyî” bi nav kir.

Acansa xeberan a fermî-resmî ya Sûrîyeyê SANA weha got: “Dema ku terorîst têk çûn, DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê), Fransa û Îngîltere mudaxele kirin û êrîşî Sûrîyeyê kirin. Dê êrîşa DYE, Fransa û Îngilîzan a li dijî Sûrîyeyê têk here.

 

Hedefên li Sûrîyeyê li wan ketî

Parêzkarên Komarê ya Şama payîtext, Firokxaneya Dumeyrê, dora Firokxaneya Navneteweyî ya Şamê, Cemeyreya Navenda Lêkolînên Zanistî, sîstemên parastina asîmanî yên li çîyayê Qasyonê, cîhên eskerî yên herêmên Kîswe û Kalamûnê, firokxaneya bajarê Ḥemayê ya di destê rejime de, hêzên Ḥîzbullaha herêma wîlayeta Quseyrê, li Derʕayê hêzên Îranê yên wek Serbazîya 89ê tê naskirin û hin cîhên eskerî, firokxaneya Suweydayê û hedefên herêma Îzreʕa-Zoravaya wîlayeta Derʕayê.

Çapemenîya Beşar Esedî dîyar kir ku yekîneyên parastina asîmanî bersivê-cewabê dane êrîşan-kiçîman û hin fuze li hewayê tune kirine.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.