1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. SALVEGERA REVANDINA FÎDAN GUNGOR
SALVEGERA REVANDINA FÎDAN GUNGOR

SALVEGERA REVANDINA FÎDAN GUNGOR

11 ê Îlona 1994ê dîroka buyereke bi êşe. 11 ê Îlonê dubare buna qedera makus ya welatekê ye.

A+A-

 

 

 

Fîdan gungor 11 ê îlona 1994ê ji aliyê destên qirêj ve hate revandinê. Di ser revandina wi da 23 sal borîn.

 

Di demekî ku hereketa Îslamî qapka xwe guharti û di nav civakê da baştir hatiye fahim kirin da ji bo ku ev herekete bête sabote kirin Fîdan Gungor li gorî senaryoyekê hate revandin.

Di welatê me da kesekî ku bixwaze destê miletê mazlum û misilman bigre û canfeda yê miletê xwe ye, di heman demi da kesekî serbixwe û bêtirs be ji bo hêzên tarî hewceye bê puç kirin. Di salên 90ê da ku ew salên tarî bun, Fîdan Gungor ji bo miletê xwe weke hitavê dihilat. Gungor ji ber rêhtina xwîna mazluman gele yî xemgîn bu û li hemberî vê zilmê digot hewceye mirov biqêre.

Wi demi, di şeri da, bi hizaran aktivîst bi zalimane hatine kuştin. Ev zilme bu sedema koçberiya bi hizaran mirovan. Ev zilme bu sedema travma û bêhêvî buna miletekê. Tarîtiya zilmê jiyan serubin kir. Ji siyasetê bigre heta jiyana rojane, di her alî da dewsa wan rojên tarî peyda bu.

Di van rojên tarî da qeweta ew kesên dibêjin em pêşengiyê ji bo civakên dikin jî derêxiste meydanê. Di seri da Fîdan û bi hizaran kesên din yên bê ser û şun çoyî, wanda buyî, bê xwedî man û ji bo bê xwedî bunê bune mînak. Eve 23 ê sale Fîdan Gungor yî wenda ye û çi kes nizane ka çi lê hat. Goreke wi jî nîne. Hewceye ev rewşe ji bo wan kesên dibêjin em xwedî helwesteke bi rumetin vê rewşê bînine pêş çavên xwe.

Fîdan û bi hizaran kesên mezlum yên hatine qetil kirin di bin parastina Xwedê da ne, ew Xwedayê xwedîyê roja hesabê. Kesê ku raste rast hesabê diwergire Xwedê ye. Xwedê heqê evdên xwe nahêle.

♦ ufkumuzhaber/editörya/kurdî

 

 

           

Etiketler :

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.