
Salveger a komkujiya Helepçê
Ji bo minesebet a 29. salveger a komkujiya Helepçê, hevpeyvinê ku me me ji Dr. Hêmin Omar Ehmed re çê kirî
Di sêri de, li gel xebatên we yên akdemîk ê dijwar de we hevpeyvîn a me qubûl kir bo vê em ji we re spasdarin. Ji berî hevpeyvîn û pirsan de bona kû raya giştî we nas bike hûn dikarin bi kurtasî xwa bidin nasîn?
Dr. Hêmin omar
Li gundê Kunefluse ya girêdayê qazayê Şeqlawa ya bajêra Hewlêrê jidayik buye.
Xwendina dibstan û liîsê li bajêra Şeqlawe, girêdaya Hewlêrê qetandiye.
Li sala 2006 beşa ziman û edebê kurdî zanîngeha Selaḧedîn li Hewlêrê qetandiye.
Sala 2009 lîsansa bilind li 'eynî zanîngehê li mijara edebê kurdî temam kiriye.
Sala 2014 Diktora li zanîngeha Slêmanî bi dest înaye.
Li zanîngehên Selaḧedîn û Raperîn û Soran mamostayetî kiriye
Îdîotora govara (Sabat) bû ku govarekî wêjeyî û rewşenbîrî bû dinavbera sala 2005-2007 an.
Di sala 2009 yan ta niha mamostaye li zanîngeha soran.
8 pertukê wî hatîne weşandin û çend pertukekî din jî ji bo weşanê ḧazirin.
- Dema ku navê Helepçê tê kar anîn komkujiyak ê mezin tê bîr a mirovan/insanan, 1988 de dema şer a Îran û Iraq e da desthilatdariya Saddam li Helepçê komkuji/qetlîamek kir, berî komkujî ye li Helepçê pozîsyon û rewş, polîtîka, strateji û grîngiya bajêr/Helepçê çawa bû dikarin hinekî şîrove bikin?
Helebce êke ji bajêrên giringê ya başûra Kurdistanê, nêzî 80 kîlometir li bajêra silêmanî dûre, bi dirêjayî 75 kîlometir digel îranê havsinûre, kêmtir li 10 kîlometran dûre li sinûra Îranê. Her le dîrokê vê bajêrê giringîyeka mezin hebûye ji aliyê bazirganî û tîcaretê, û xudan deşteke mezin e ku bi deşta Şarezûr meşhur e. Di sala 1889 ji aliyê destelata 'Usmanîyan bûye Qeza, 2 diyalêkt û devok di sinûrê Helebcê hene, ew jî devoka Hewramî û devoka Soranî, di dîrokêda sinûra vê bajêrê xudan gelek zana û 'Alîm û Edîb bûye, mîna Mewlana Xalîdê Neqşbendî û Şêx 'Usmanî Sîracedîn û helbestvanên weke Mewlewî û Goran û Eḧmed Muxtar Û Tahîr Begî Caf û 'almên mîna Mela 'Ebdulkerîmî Muderîs Û Diktor Mistefa Zelmî û gelek li kesayetiyên dinê dîrokî. Piştî damezirandina dewleta 'Êraqê jî di salên 1920, Helebce xudan bizaveka kilturî û civakî mezin bûye, di salên 60 ê bizaveka olî mezin dinav bajêrê hebûye û gelek caran ew bizav digel destelatên 'Êraqê li hevdunekirine û ji ber asta agahî xelkê wê deverê salek berî komkujiyê, serheldanek di mayisa 1987 çê bû, gelek kes ji aliyê destelata Seddamî hatin kuştin.
Jiber ku ev bajêr nêz sinûra îranê bû, 8 sal şer dinavbera îran û 'êraqê di aliyê sinûra Helebcê çê bû, ev livîn û bizav ji aliyê xelkê bajêrê û fakterên hevsinûrî, bandoreka tijî ji tirs û xofê li ser dewleta 'Îraqê çî kirdbû û di sala 1987 û piştî serheldanê xelkê bajêrê, gelek ji 'alîm û meznên Helebcê weke helwêstek ziddê zulma dewleta be's çûn îranê û dest bi xebatê xo kirin.
- Şer a Îran û Iraqê 8 sal a berdewam kir û serkeftinek çê ne bû. Di vê şer e de Partî ya Demokratîk ya Kurdistan ê (PDK) û Yekitiya Netewperwerên Kurdistan (YNK) alikariya Îranê dikirin. Kurd a wê eme bi rastî tevê şer e bûn yan ne?
Ne her tinê ev dû part, hemî partên ku digel partiya Be's û Seddamê nakok bûn, çûbûn îranê û ji bo rizgarkirina bajêrên kurdî xebatê xo dikr, piraniya wan jî weke xelkên dinên ser sinûr ku bibûn penahende li îranê, helbet hemî partiyên kurd dixwast ev şer dinavbera Îran û 'Îraqê bêt sekinandin, çunke mîlletê kurd di herdû beşên 'Îraq Û Îranê bibû qurbanî, xelkên sivîl di herdû aliyan mişextî dibun û bibû belayek ji bo mîlletê kurd, bi taybet bajêrrên ser sinûr ê
- Dû sal berî komkuji ye desthilatdari ya Saddam dest bi qetlîam a Enfalê kir. Sedem a Qetlîam a Enfalê çi bû, serhildan yan rewşek ê siyasî he bû yan ne?
Rastî ḧîzba be's û destelatiya Seddamê, gelek meẍrûr bibû, hêj şerê wî digel îranê xilas nebûbû, pirosa komkujiya bi navê Enfalê dest pêkir û kîmiya li gundên Balîsan û Şêxwesan xist û nêz sed ḧeb şehîd bûn û piştî wê nêz 5 hezar gundên kurd xira kir û xelkê sivîlî mecbûrî bajêran kir û hemû li bajêran top kir, îdî pirosa Enfal li dar xist û nêzî 180 hezar kesî sivîlî ji jin û zilam û zarok bi zîndî li bîyaban û seḧrayên başûra 'Îraqê bin ax kir, cîhana Ewrupa ji pê neḧesiya an xo bêdeng kir ji astê wê tawanê mezin. Îdî ẍirûriya Seddam û ḧikumeta wî berdewam bû ta piştî salekî, komkujiyê Ḧelebce ji qewmand.
- Desthilatdari ya / rejîm a Saddam qetlîam a Enfalê bi çekên kîmyewî bi dawî anî, dû çend mehan li Îranê re agirbiran/agirbestê çê kir. Dawî bûna şer a Îran û Iraqê de komkujî ya Helepçê tesîr kir yan?
Em dizanîn bi çend mehan piştî komkujî û kîmyayîya Ḧelebçê şer dinavbera 'Êraq Û Îranê dawî hat, lê kîmyayîya Ḧelebçê nebû tesîrek ji bo agrbestê, çunku berê wî jî wî rijêmê kîmyayê li cihên dinê Kurdistanê xistibû, li bajêrê (Serdeşitê) Îranê jî xistibû, herdû alî (Îran Û 'Îraq) ji vê şerê heşt sal e pirr te'bî bûn û bi Milyon kes ji herdû aliyan hatbûn kuştin, Lewra ewrupa bi xo çekê kîmyayî firotbuwe 'Êraqê û ji berhendê jî ji ast wê tawanê bêdeng bû, lê piştê kîmiyabaranê, Îran û hinek saziyên miroyî gelek xebat kirin, ji bo nasandina wê cerîme û tawanê bi dinyayê. Emma bi nêrîna min îran û 'êraq gelek te'bî bûn, ji ber Helebcê şer nehate seknandin.
- Komkujî ya Helepçê çawa pêk hat, çê bû?
Dinavbera heşt sallên şerî, gelek caran 'Êraqê bajêrî Îranê dixistin bin destê xo û gelek caran jî Îran dihate nav axa 'Îraqê. Ew bajêrên ser sinûr gelek kêm xelik dinav bajêrê mayî bûn, di sinura îdarî yê bajêrê zêtir ji sed hezar kes bûye, 6 hezar kes dinav bajêrrê mayî bû, yê din mişextî bibûn û di dema şerî hinek ji wan ji bo Slêmanî revî bûn û hinek jê din jî çûbun îranî. Îran çend rojek bû hatibû nav bajêrrê Helebcê û piştî wê destê xo ji bajêrê berdabû, rêjîma Seddam jî ev bi derfet zanî bo tirsandina mîlletî kurd û bi ḧuccê ewê ku îran hatiye nav bajêrrê, kîmiyabaran kir û tu îranî jî dinav bajêrrê nebû, s'at yazdê serê sipêdê roja 16/3/1988 kîmiyayî li xelkî wê bajêrrî da û nêz 5000 kes şehîdbûn û gelek jî birîndar bûn û ketin wilata îranê û gelek zarok jî bê xudan man û li îranê wendabûn.
- Dewlet a Iraqê komkujî ya Helepçê bi piranî qebûl na ke û dibêje dewlet a Îranê bo kû Kurd a nêzîk xwa bike ew qetlîam a çe kir. Îhtîmal a vê bûyer e çi ye?
Ev prupagendê 'îraqê bû, piştî sala 2003, teyareçî û ew kesên pişkdarbûn jî wê tawana mezin, beḧsa buyerê kirin û 'Êraqê dixwast ev tawan bixe milê îranê. Lê xelk şahîdî wê buyerê bûn û belge hemî ketin bin destê xelkî, ku 'Elî Ḧesen Mecîdê pismamê Seddamê serperiştiya wê komkujiyê kirbû.
- Her dû dewlet a çend meh piştî komkujî ye agirbiran/agirbestê çê kirin. Şer ê 8 sal ajot û her dû dewlet jî hêjar ketin, di be kû her dû dewlet jî derbe yê kê li Kurd a bixin û pişt re şer ê rawestînin. Komkujî ya Helepçê di be kû kar ê her dû dewleta be?
Ez wsa nafikrim, lê şer malwêranî û karesat û afat û bela çê dike. Eve berencamên şerî bû bi pila êkê ku kurd bû qurbanî, lê beryê wî jî, dewleta 'Êraqê gelek ḧeqaret li Kurdan kir, pirosa Enfal ji sinûrên şerî Îran û 'Îraqên nebû, dinav axa Kurdistanê û li devera Germyanê nêz Kerkukê bi hezaran gund xira kirin û xelkên sivîlê wê bi zîndî bin ax kir. Rastî bi şerî çi tişt bi dest nayê û mirovayetî tenê dikare dibin sîyê aşitiyê da jiyana xwo bi selametî bike.
- Hêj kû komkujî ya Helepçê çe ne bibû, şer a navber a her dû dewletan da tû destketî yan başbûnêkê Kurdan ê heremî he bû yan ne?
Wekê berî min got, ev şerr ku çê bû, zerereka mezin ji bo kurdan hebû, çunke Kurdistana 'Êraqê sinûreka mezin digel îranê heye, ev gundên kurdan di herdû aliyê îran û 'êraqê kurdin, musîbet û bela wê gavê jî her bo xelkê sivîl û xelkê gund û bajêrrên ser sinûrê bû, ji ber hendê ew şer ji ẍeynî xirabûna gundan û musîbet bo ser kurdan, çi başbûnek bo kurdan nebû.
- Tesîr a komkujî ya Helepçê li ser muzîk ê gelek çê bû. Lê di tarîxê de em rastê agahiyên hevnegirtî/bêînsîcam tên, sedem a vê çi ye?
Komkujiyê helebcê ne her li ser mozîkê, li ser hemî aliyên civakî û huner û edebiyatê bandor çê kir, lê mixabin lazim bû weke Hîroşîmayê bêt ḧesbandin û ev cînosayidê Enfal û kîmyabarana Helebcê gereke biçe nav rûperên dîrokê û ji aliyê huner û edebiyat û nivîsên û têzên Ekadîmî da bêhtir giringî bîtedan û lêkollîn li ser hemî bandoran bêt çê kirin. Kî ev tawan kiriye û kî nekirye ji bo mijara bandora muzîk û hunerê giring niye, giring ewe 5 hezar kes bi çend deqîqan giyanî xo sipard, ev tirajîdiyaye tirajîdiyeka wisaye heta dawyê dunyayê gereke mirovayetî şerm ji mirovbûnê bike ku çi qas dirinde û weḧşiy e û ev hemî xelke sivîle çi qas zulm li wan hate kirin. Eve hewêna gelek berhemên hunerî û edebîye, ji bo hemî mirovan, bi taybet ji bo kurdan bû nasnama û sîmbola mezlûmîyetê di hemî dunyayê da.
- Dema kû em komkujî ya Helepçê dinirxînin ewil de dinya dû re jî Kurd çi xeletî tê meydanê? Hûn di vê babetê de çi difikirin? Lazim e em komkujî ya Helepçê çawa bixwînin, bibînin. Qetlîam li dinya yê re qasî tirê dike hatiye nasandin?
Wekî berê min go, niha em di demekî da beḧsê wê komkujiyê dikeyn, pişitî 29 salan, hêj deng û hawarê brîndarên wê buyerê dige Asimanê, ta nha gelek kes wek taqane mayîne, di malbatê wan kes tune ẍeynê yek kes, malbat heye hemî kesên wan mirîne, ewên ku mayîne em lazime ji aliyê pizîşkî û aliyê biskolocî 'îlaca derûnî û me'newiyê wan bikeyin û li hawarê wan bêyin, piştî wê em wê buyerê wisa bi hemî zimanên dunyayê binasînîn, ta buyereka dî mîna Helebcê tekrar nebe, bi hemî dunyayê bêjîn ewên ku bikerê wê buyerê bûn, gelek ji wan bi cezayê xo gehîşitin û ev zulm raste li mîlletê kurd hat kirin, lê bû dersek bo hemî dunyayê, ku ew kesê zulm li însanekê bike, nexasime komkujiyeka mîna Ḧelebcê, rojekî dê dibin cezayê xudê qurtar nabe.
- Niha teze li Helepçê şopên qetlîam û çekên kîmyewî, bîyolojîk te dînê, dewam di ke? Ger dewam di ke neteweyên yekbûyî yan saziyên tendûristiyê bo kem kirina vê çi kar kirin?
Mixabin ta niha tiştekî wisa nekrîne, birîndarên wê qetl'amê ta niha di jiyaneka nejî û nemirî dijîn, weke werese jî bandor li ser nevî û zarokê wan çê kiriye û ta niha dar û kevrê wê bajêrê bandora kîmyayî li ser heye û mixabin ta niha neteweyên yekgirtî ji hemî aliyên miroyî û tendrustî kareka wisa nekriye, ku brînên xelkê Helebce û bajêrên dinê mîna Balîsan û Şêxwesan sarêj û 'îlac nekriye. Ji berhendê em her mehekê mirina brîndarekî an zêtir ji brîndarên çekên kîmyayî dibînîn an dibîzîn.
- Di dawî yê de, derdor a komkujî ya Helepçê de agahiyên/xeberên kû em nizanin yan me nebihîstîbe he ne, bona Helepçê peyam a we ya dawî ye çi ye?
Piştî supas bo we, peyama minya dawiyê ewe ku em weke kurd bikarîn û bixebitîn ev komkujî bi dunyayê binasînîn û bi nesl û nevyê xo binasînîn, ku di temamî dunyê da piştî Hêruşîmayê 2mîn komkujiyê mezin e bi ser mîlletê meyê mezlûm hatiye. Ev 29 sal bi ser buyerê derbaz bûn, lê hêj xûn li ber birîna xelkê Helebcê diçe, resma Omerê xawer ku zarê xwo dı hembêzê xwo girtiye buye simbole bê kesî û bê piştîwaniya her kesekê mezlum, jiber hendê em dixwazîn carekî dî ne her tinê kurd, ew zulm û komkujiyê bi ser me hatibû, bi ser çi mîlletan tekrar nebe. Belkî carekî dî aşitî bizevre rojhelata navîn û bênî komkujî û kîmiyayî li ser axa kurdistanê derbaz be.
ufkumuz.com
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.