1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Salih Muslim: Ez ne terorîst im, ez siyasetmedar im
Salih Muslim: Ez ne terorîst im, ez siyasetmedar im

Salih Muslim: Ez ne terorîst im, ez siyasetmedar im

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim diyar kir ku ew bi polîsên înterpolê re di nava peywendiyê de ye û got, "Ez ti caran nebûm terorîst. Ez siyasetmedar im."

A+A-

 

 

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, ku di 24ê Sibatê de li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin û di 27ê Sibatê de jî hatibû berdan, di axaftina xwe ya ji bo malpera Euronewsê de anî ziman ku ew bi polîsên înterpolê re di nava peywendiyê de ye û niha ti pirsgirêk tune ye.

 

Muslim li ser daxwaza radestkirina wî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve got, "Ez çima biçim Tirkiyeyê? Ez ne welatiyê Tirkiyeyê me. Mafê wan tune ye ku min bi vî awayî tawanbar bikin. Ez tenê carekê li ser vexwendina Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê çûme Tirkiyeyê."

Muslim tohmetkirina wî ya bi terorê jî red kir û ev tişt gotin, "Ez ti caran nebûm terorîst. Ez ê nebim jî. Ez siyasetmedar im. Di çarçoveya karê de xwe de ez bi siyasetmedaran re hevdîtinan dikim."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.