1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûsya û kurdên diyasporayê
Rûsya û kurdên diyasporayê

Rûsya û kurdên diyasporayê

Sirgûn û xerîbî di dîroka kurdan de wek dû êşên cêwîk hertim bi wan re geriya ye. Di folklor û çanda kurdan de ev herdû êş tevî hesreta azadiyê wek mora dilê wan bi sedan sale cîhê xwe yê xemgîn parastine

A+A-

Sirgûn û xerîbî di dîroka kurdan de wek dû êşên cêwîk hertim bi wan re geriya ye. Di folklor û çanda kurdan de ev herdû êş tevî hesreta azadiyê wek mora dilê wan bi sedan sale cîhê xwe yê xemgîn parastine.

Di nav kurdan de dema behsa sirgûn û xeribiyê tê kirin, kurdên Rûsya, Qafqasya û Asya ya Navîn tên bîra herkesî. Hebûn û cîhwariya kurdan li Qafqasya xwedî mêjûyekî gelek kevnar e. Hîn di dema Împaratoriya Med de gelek eşîrên kurd bi taybetî li Azarbeycan û Ermenistan’ê bicîh bûbûn û hebûna kurdan ya girseyî ya liser xaka Azarbeycan a îro heta salên 1000’î domiyaye. Bi taybetî Naxçîwan beşek ji Kurdistan’ê hatiye naskirin.

Piştî dagira êlên tirk yên heremê herçend kurdan berê xwe dan başûr jî hin eşîrên kurd li heremê hebûna xwe domandin. Bapîrên Salahadîn Eyûbî ku bi navê Şedadî tên naskirin di van salan de li Azarbeycan a îroîn bi navê Şedadan dewletekî jî damezirandine.

Têkiliya kurdan û rûsan di serê sedsala 19’an de destpêkir. Di destpêka salên 1800’an de ku Împaratoriya Rûsya berbi Qafqasan ve belavbû, têkilî bi kurdan re danîn. Piştî dagira rûsan ya Ermenistan, Gurcistan û Azarbeycan’ê kurdên heremê jî tevlî nav sînorên vê dewletê bûn û xetên siyasî ketin navbera wan û Kurdistan’ê.

Artêşa Rûs di navbera salên 1813 û 1823’an de Gurcistan, Ermenistan û Bakûrê Azarbeycan’ê dagir kiribû û Rusya bûbû cîranê Kurdistan’ê.

Pevçûnên pêşîn yê şerê cîhanê li Rojhilata Navîn li Kurdistan’ê destpêkirin. Dengê tivingan cara evil li Kurdistan’ê bilindbûn. Bi destpêka şer di sala 1914’an de Artêşa Rûs berê xwe da Kurdistan a di bin destê osmaniyan de.

Piştî ku li Rûsya Bolşewîkan dest danîn ser îktîdarê di sala 1918’an de leşkerên rûs jî hemû Kurdistan û Îran’ê vekişiyan. Bi vî awayî serpêhatiya rûsan ya li xaka Kurdistan’ê bidawî bû.

Tevî leşkerên rûs, gelek eşîrên kurd yên di bin tehdîda osmaniyan de bûn jî derbasî xaka Rûsya bûn. Di nav wan de ji Serhed’ê heta herema Amed’ê eşîrên êzdî jî hebûn.

Bi vî awayî di serê sedsala 20’an de hijmara şêniya kurdên Rûsya‘yê gihîştibû nêzî nîv milyonî. Kurd hingê li komarên Ermenistan, Azarbeycan û Gurcistan‘ê niştecih bûbûn.

Li aliyê din Kurdistan piştî şerê cîhanê bûbû çar perçe û li Rûsya jî dema Sovyet’ê destpêkiribû. Êdî li her perçê Kurdistan’ê rejimekî cuda û li her perçeyekî dewletekî dagirker hebû. Di 13’ê Cotmeha 1922’an de jî li Qers‘ê Ermenîstan bi awayekî fermî di nav Sovyet û Tirkiyê de hat dabeşkirin. Rejima Bolşewîk peymanek wiha bi rejima Tehran’ê re jî morkiribû. Sovyet’ê, dixwest ku, sînorên Tirkiye û Îran’ê ewle bike. Ew bi pirsgirêka Kurdistan’ê re eleqedar nebin, wê rejimên Enqere û Tahran’ê jî, li dijî Moskova’yê bi îngîlîzan re neketina hevkariyê. Li gor baweriya serdestên Moskova’yê, Brîtanya li dij Sovyet’ê wek heremeke tampon duxwest dewletekî kurd damezrîne.

Li aliyê din Partiya Komunîstên Tirkiyê û Komîntern’ê jî bi sifetên “paşverû“ behsa tevgera netewî ya kurdan dikirin.

Rejima Moskova’yê di serhildana Şêx Sêîd ya sala 1925’an de bi awayekî manewî û di serhildana Ararad‘ê ya sala 1930’an de de wek awayekî fermî alîkariya Dewleta Tirk kir. Sînorê xwe ji serhilderên kurd re girtin û leşkerên rûs jî tevlî tirkan li dijî kurdan şer dikirin.

Li alîyê din Stalin di dema vê serhildanê de otonomiya kurdên Sovyet’ê jî ji wan stendibû. Rengê têkiliyên Sovyet’ê yên bi kemalîstan û bi Şahên Îran’ê re qedera kurdên Sovyet’ê jî diyar dikir.

 

Damezirandina Kurdistan a Sor

Piştî serkeftina şoreşa Bolşewîk, mafên netewî û entîkî yên gelên Sovyet’ê hat dayin. Serokê Sovyet’ê Lenin ji bo mafên kêmnetew û gelên kêmhijmar jî hin tedbîran stendibû. Kurdên Sovyet’ê jî di dema şorêşê de li herema xwe piştgiriya Bolşewîkan kiribû û vê yekê bala şoreşgeran kişandibû û bûbû sedem ku serokên şoreşa cotmehê mafê kurdan jî bibîr bînin. Bi vî awayî bi fermana Lenin di sala 1923’an de di nav sînorê Azarbeycan’ê demê dê di navbera Qerebax û Ermenistan’ê de li navçe ya Laçîn’ê bi navê Kurdistan a Sor heremeke otonom hat damezrandin.

Herema otonom ya Kurdistan a Sor ji navçeyên Qereqişlax, Qotirlî, Kelbecer, Kûbatlî, Kurtgacî, Mûradxanlî pêk dihat. Peytext jî bajarê Laçîn’ê bû. Hingê li heremê şêniya kurdan li gor hijmarên fermî 48 hezar bû.

Serokê Kurdistan a Sor ya otonom Hacî Kutsîyev bû. Bi damezrandina vê herema otonom di nav kurdan de hevîyên nû şaxdabû. Bi vî awayî kurdên ku li komarên cîran yên Ermenistan, Azarbeycan û Gurcistan’ê jî ketibûn tevgerê.

Bi navê Kojnameyî Kurdistan a Sovyet’ê organekî fermî û radyoyekî dest bi weşanê kiribû. Heta lîseyê zarokên kurd bi zimanê xwe duxwendin. Li bajarê Şûş’ê enstîtûyekî zimanê kurdî û sendîqayekî nivîskaran hatibû hatibû damezradin.

Di sala 1923’an de Serokê Yekiya Sovyet’ê Vilidamir İlyiç Ulyanov Lenin, ji serokê Azarbeycan a Sovyet’ê re telgirafekî şandibû. Di vê telgirafê de Lenin ferman dida serokê Azarbeycan’ê Nerîman Nerîmanov û digot; ’’Ji bo xizanên Kurdistan’ê 40 milyon Rûble alîkarî bikin.’’ Ev telgiraf yekta belge ye ku Lenin behsa Kurdistan’ê kiriye.

Demek kin piştî şandina vê telgirafê Lenin ji ber sedemê nexweşiyê di sala 1924’an de jiyana xwe wendadike û Stalin ku ji dêlve wî ve derbasî ser textê Moskova’yê dibe, ev butçeya Kurdistan a Sor ji Ermenistan’ê re verêdike.

Desthilatdariya Sovyet’ê êdî ketibû destê Stalin. Tekiliyên Stalin bi tûranîstên azerî te baş bû. Bi taybetî serokê Azarbeycan’ê Neriman Nerimanov ku dijberiya kurdan dikir, di siyaseta Qafkasan de wek şûrê Stalin bû.

Ev otonomiya kurdan di sala 1929’an de ji alî Stalin ve ji holê hat rakirin. Mafên etnîkî yên wek perwerda zimanê zikmakî û weşana radyoyê jî hatibû rawestan. Li aliyê din têkiliyên Sovyet’ê û Tirkiyê di heman salan de gelek baş bû. Stalin, tevgera kemalîst wek ’’dij-emperyalîst’’ dinirxand. Herwiha komunîstên azerî yên tûranîst jî li dij tevgera kurd bi kemalîstan re hevkarî dikirin. Ji ber vê yekê di dema serhildanê de leşkeren Sovyet’ê yên ser sînor tevî Artêşa Tirk li dijî serhilderên kurd yên Ararad‘ê operasyonên hevbeş dikirin. Di encama van têkiliyan de rejima Stalin, bi destê tûranîstên azerî mafê kurdên heremê ji destên wan girtîn û dawî li otonomiya Kurdistan a Sor anîn.

Erişên azeriyan piştî ruxandina Kurdistan a Sor jî domiya û li heremê di bin navê ’’taqîbata eşkiyayan’’ gelek kurdên sivîl ji aliyê leşkerên azerî vê tên kuştîn. Ev qetlîam di dîrokê de wek “Qetlîama Eşîra Eliyan” tê naskirin.

Dema ku tûranîstên azerî dawî li otonomiya Kurdistan a Sor anîn, li Ermenistan’ê di pirsgirêka mafên netewî yên kurdan de hin pêşketin rûdan. Di heman salî di 25’ê Adarê de li Ermenistan’ê bi navê Rêya Taze rojnameyekî dest bi weşanê kir. Ev rojname ji hingê vê bê navber weşana xwe didomîne. Di sala 1934’an de kongre ya yekem ya Kurdolojiyê li Erîwan’ê civiya. Pirtûkxane ya kurdî ya ji Azarbeycan’ê bo Erîwan‘ê tê barkirin. Bi vî awayî Ermenistan dibe navenda Kurdolojî ya nûjen.

 

Sirgûna kurdan bo Asya ya Navîn

Di sala 1937’an de Stalin careke din li dij kurdên Sovyet’ê ket tevgerê û vêca dest bi zilmeke nedîti kir. Kurdên ser sînorên Tirkiye, Naxcîvan û Azarbeycan’ê sirgûnê Asya ya Navîn kir. Bi dehhezan kurd li deşt û bajarên Kazaxistan, Kirgizîstan, Ozbekîstan û Turkmenîstan’ê tên belavkirin.

Alîkarê Stalin vê carê tûranîstekî din serokê Azarbeycan’ê yê nû Mîr Cafer Bagirov bû. Pîlana sirgûnê ji alî wezîrê karê hindirîn Lavrenty Beriya ve hatibû kirin. Di dema sirgûnê de gelek kurd jî ji alî leşkerên Sovyet’ê û azeriyan ve hatibûn kuştin. Di van kiryaran de jî Bagirov rola sereke dilîst.

Di sala 1939’an de li gor îstatîstîkên fermî yên Sovyet’ê li Naxçivan û Azarbeycan’ê 3 hezar kurd tenê mabûn. Azeriyan wek Komara Tirkiyê li dij kurdan asîmilasyonê jî pêk dianîn.

Sirgûna dûyem jî di sala 1944’an de hat. Vê carê kurdên Ermenistan û Gurcistan’ê hatin sirgûnkirin. Hinceta Stalin ya vê carê jî şerê cîhanê yê dûyem bû. Wî dixwest hemû kêmnetewên musluman yên ser sînorê Tirkiyê ji holê rake. Qaşo xeter hebû ku muslumanên ser sînorên Sovyet’ê bi almanan re têkilî deynin.

Di dema vê sirgûnê de jî Rojhilatê Kurdistan’ê ji alî Sovyet’ê ve hatibû dagirkirin û kurdên Îran’ê di bin serokatiya Qazî Mihemed de ji bo bigîjin mafên xwe yên netewî rêxistina Komelayê Jîyanewe damezirandibûn û ji bo dewleteke serbixwe dixebitîn. Helbet astenga wan dîsa serokê Azarbeycan a Sovyet’ê Mîr Cafer Bakirov bû. Bakirov dixwest Rojhilatê Kurdistan’ê bi Azarbeycan a Îran’ê û wê derê jî bi Azarbeycan a Sovyet’ê ve girêbide.

Kurdên ku ji alî rejima Stalin ve sirgûnê Asya ya Navîn hatibûn kirin, bi dehan sal di bin şertên esaretê de jiyan. Her malbatek li gundekî hatibû belavkirin. Mafên wan yên hemwelatiyê ji destên wan hatibû stendin. Zarokên wan nikaribûn herin dibistanan û ew jî nikaribûn derkevin dervayê gund û heremên sirgûnê. Bi dehan sal gelek malbatên perçebûyî ji hevûdû bêxeber man.

Di vê navberê de di sala 1947’an de piştî rûxana Komara Kurdistan’ê, Mele Mistefa Barzanî tevî 500 şerwanên kurd xwe sipartibû Sovyet’ê. Moskova’yê kurdên penaber jî wek yên din li sirgûnê Asya ya Navîn kiribû û 11 sal wan di rewşa esaretê de hiştibû. Stalin ji bo berjewendî û têkiliyên xwe kurdan kiribû qurban.

 Vegera kurdan

Ev zilma Sovyet’ê heta piştî piştî mirina Stalin ya 1953’an domkir. Zextên ser kurdan piştî sala 1960’an sivik bûn. Piştî mirina Stalin, Bakirov ê tûranîst ji ber kiryarên xwe yên qirêj ji alî rejima nûh ve tevî gelek hevalên xwe hat tasfiyekirin. Bi vî awayî kurdên sirgûnkirî carekî din rûyê rojê dîtîn û qismek ji wan yên ku ji Ermenistan’ê hatin sirgûnkirin, vegeriyan cîhwarên xwe yên kevn. Azerî û gurciyan vegera kurdan qebûl nekir. Gelek ji kurdên sirgûnkirî li deverên ku hatibûn sirgûnkirin man.

Di Kongre ya 20’an ya Partiya Komunîst a Sovyet’ê ya sala 1956’an de serokê nû Kruşev kiryarên Stalin mahkûm kiribû û hevalbendên wî tasfiye kiribû. Bi vî awayî ji bo gelên sirgûnkirî û bêparên mafên etnîkî hêviyeke nûh rûdabû.

Kurdên sirgûnkirî, di sala 1961’an de heyetekî sazkirin û ji bo bidestxistina mafên xwe berê dan Moskova’yê. Komeke ku ji 9 kesan pêk dihat di bin serokatiya Mihemed Babayev de tevî Temûrê Elî, Husênê Nebo, Mihemed Emîn Ezîz, Husênê Sadikov û Çerkezê Beko li Moskova bi sekreterên Krûşev, Vader û Şumonsky re rûdinin. Şande ya kurd, ji rayedarên Sovyet’ê re behsa zilma ku hatiye serê wan dikin û doza mafê gelê kurd dikin.

Kurd ji Sovyet’ê cîhekî ku bi giştî û li kêleka hev bijîn duxwazin û mînaka Kurdistan a Sor tînin bîra wan. Li gor rayedarên Kremlîn’ê, bicîhkirina kurdan ya herema Laçîn’ê wê bi Azarbeycan û Ermenistan’ê re pirsgirêkan derxista û ji ber vê yekê wan behsa navendên otonomiya çandî dikir. Ew amade bûn ku li Kirgizîstan, Azarbeycan, Kazaxistan û Tirkmenîstan’ê 6 navendên otonomiya çandî bidana kurdan. Lê kurd jî vê yekê qebûl nakin û ji vê hevdîtinê tiştek dernakeve.

 

Rûxana Sovyet’ê û kurd

Bi vî awayî serpêhatiya kurdên Sovyet’ê heta rûxana vê dewletê bi vî awayî dimeşe. Piştî siyaseta prestroyka û glasnost ya Gorbaçev rewşa kurdên Sovyet’ê ji dikeve pêvajoyeke din. Gel û welatên heta wê demê di bin sîstema Sovyet’ê de gihîştibûn hevûdû yeko yeko ji Sovyet’ê vediqetiyan. Êdî li ser xaka Sovyet’ê dema dewletên netewî û nakokiyên etnîkî destpêkiribû.

Herema Laçîn’ê ku wek nawenda Kurdistana Qafqasya bû di nav xaka Azarbaycanê de dima û di navbera Ermenistan û Qerebaxê de wek pirekî bû.

Piştî destpêka nakokiya navbera herdû komaran, ermeniyên Azarbeycan’ê û azeriyên Ermenistan’ê ji malên xwe hatin qewirandin. Di nav azeriyên Ermenistan’ê de 20 hezar kurdên musluman jî ji Ermenistan’ê hatin sirgûnkirin. Koçberên nûh, li Kazaxistan, Rûsya û Azarbaycan’ê belavbûbûn. Dîsa di sala 1990’an de li Kirxizistan’ê gundên kurdan bû hedefa êrişên hêzên fermî û bi sedan malbat ji cîhwarên xwe hatin qewirandin û derbasî Kazaxistan’ê bûn. Heman rewş li Ozbekistan’ê jî rûdabû û bi hezaran kurd, ji ber zextan reviyabûn Rûsya û Kazaxistan’ê. Li aliyê din di heman wextî de li bajarê Rûsya Qirasnadar’ê jî gelek Kurd ji xaniyên xwe hatibûn avêtin û bêcîh mabûn. Li ser xaka Sovyet’ê cîh ji kurdan re tengbûbû.

Li ser vê rûdanê, serokên kurdên Sovyet’ê xetera li ber xwe dîtin û ketin tevgerê. Wê Sovyet belavbibûya û kurd wê ji cîhên ku hatibûn sirgûnkirin jî bihatana qewirandin û bêwar bimana. Bi vî awayî pevajoya damezrandina rêxistineke netewî û lêgerîna welatekî ji bo Kurdan destpêkiribû. Kurdên Sovyet’ê careke din berê xwe dabûn Kurdistan a Sor. 

Faysal Dağlı /BasNews   

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.