1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûsya hêzên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê
Rûsya hêzên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

Rûsya hêzên zêdetir dişîne Rojavayê Kurdistanê

A+A-

Rûsyayê ragihand, ku ji ber guhertinên vê dawiyê û pêşhatên nû, dê hejmara hêzên xwe li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde bike û di vê çarçoveyê de dê du yekîneyên Polîsê Leşkerî bişîne wî welatî.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê îro Pêncşemê ragihand, ew dê hejmara hêzên xwe yên Polîsê Leşkerî li Sûriyê zêde bikin û di vê çarçoveyê de “heftiya bê ew dê 276 polîsên leşkerî û 33 wesayitên leşkerî bişînin Sûriyê.”

Çavkaniyekê ji Wezareta Berevaniya Rûsyayê herwiha diyar kiriye, niha ti şer û pevşûneke ciddî li Sûriyê nîne û tekez kiriye: “Hemû tişt rawestiyaye.”

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê, Sergey Shoygu herî dawî di daxuyaniyekê de ragihandibû, “niha Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê xwedî hêz û şiyayên pêwîst ji bo pêkanîna dewriyeyan li navçeyên diyarkirî yên Sûriyê ye, lê belê di demên pêş de pêwîstiya wê bi îmkanên zêdetir heye.”

Li gor zanyariyan, hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê heta niha derbasî nav Minbic û Kobanî bûne û hejmarek ji wan hêzan gihîştine Balafirxaneya Qamişloyê jî.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniya Rûsyayê destnîşan kiriye, ku hêzên Kurd ji navçeyên sînorî yên li gel Tirkiyê vedikişin.

Ev yek di demekê de ye, ku roja bihorî Wezîrê Berevaniya Rûsyayê di pêwnediyekê de bi rêya vîdyokonferansê li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî axivî û li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, herdu aliyan derbarê rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina Moksow û Enqerê ya li Soçî de gotûbêj kirin.

Roja Sêşemê, piştî civîneke dûr û dirêj Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de gihîştin rêkeftinekê.

Li gor wê rêkeftinê dive di nava 150 saetan de, hêzên YPG û HSDê bi kûrahiya 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bikevin û hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û hêzên Pasevanê Sînorî yê Sûriyê li ser sînor bêne bicihkirin.

Herwiha di çarçoveya rêkeftina Moskow û Enqerê de, dê dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê li ser sînor û di nava kûrahiya 10 kîlometran de bigerin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.