1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûsya: Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê ne destûrî ye
Rûsya: Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê ne destûrî ye

Rûsya: Hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê ne destûrî ye

A+A-

 

 

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov got: “Hebûna hêzên Amerîkayê ya li başûrê Sûriyê ne destûrî ye.”

Îro Çarşemê (21-06-2017) Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ragihand, ku Moskow hebûna leşkerên Amerîkayê ya li başûrê Sûriyê, ne destûrî dibîne.

Liser pirsa hatina leşkerên Amerîkayê ya ji bo başûrê Sûriyê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Bê guman, ev ne destûrî yê. Ti biryareke Civata Ewlekariya Netewên Yekgirtî di vî warî de nînbe. Herwiha rêveberiya Şamê ti daxwazek ji Amerîkayê nekiriye, ku ew leşkerên xwe bişînin başûrê Sûriyê.”

Tê zanînin, ev demeke li nêzîkê sînorê Urdinê, Amerîka perwerde dide hêzeke opozisyona Sûriyê. Amerîkayê ev hêz avakiriye û pirçek kirye.

Herwiha di demên dawiyê de, di medyaya cîhanê de nûçeyek belav bibû, ku Artêşa Amerîkayê mûşekên pêşketî li başûrê Sûriyê bi cîh kirine.

 

 

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.