1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûsya: Em li gel Tirkiyê rêkevtin derbarê kêmkirina aloziyan de
Rûsya: Em li gel Tirkiyê rêkevtin derbarê kêmkirina aloziyan de

Rûsya: Em li gel Tirkiyê rêkevtin derbarê kêmkirina aloziyan de

A+A-

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew li gel Tirkiyê rêkevtine bo kêmkirina aloziyên li Idlibê û aramkirina rewşê.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê civînên li gel berpirsên Tirkiyê li Enqerê ku derbarê rewşa Idlibê de hatibûn encamdan, daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de tekezî li ser ‘şerê li dijî terorîstan’ li Idlibê hatiye kirin û hatiye gotin, “her du alî jî rêkevtin derbarê kêmkirina aloziyan de.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje, herdu aliyan jî pabendbûna xwe dûpat kirine li ser şerê li dijî grûpên ku ji aliyê Encûmena Ewlekariya NYê ve weke ‘rêxistinên terorî’ tên pênaskierin û herwiha li ser parastina sivîlan û gihandiyan alîkariyan.

Şandên Tirkiye û Rûsyayê berî du rojan li Enqerê derbarê rewşa Idlibê de kom bûbûn.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.