1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûsya 60 dîplomatên Emerîkayî derdixe derveyê sînorî
Rûsya 60 dîplomatên Emerîkayî derdixe derveyê sînorî

Rûsya 60 dîplomatên Emerîkayî derdixe derveyê sînorî

A+A-

 

Piştî biryara-qerarê DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) û YE (Yekîtîya Ewrûpayê) yê li ser derxistina dîplomatên Ûris a derveyê sînorî Moskovayê bersivê da wan.

 

Li sefareta Emerîkayê ya Moskovayê 58 û konsolosxaneya wan a Yekaterînbûrgê 2 karker wek ‘persona non grata-kesê nayê xwastin’ hatin eşkerekirin. Ji bo derketina wan a ji welêt ḥeta 5ê Nîsanê destûr hat dayîn dîplomatan. Hat xuyandin ku dê di gerewa girtina konsolosxaneya Rûsyayê ya Seattle (Sîyetil)ê de dê konsolosxaneya DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) ya Senpetersbûrgê were girtin.

Sergey Lavrovê wezîrê derve yê Rûsyayê got “welatên Anglosakson çi bi me kiribin em ê wekî wan nekin. Berê welatên din dan rêyeke dijberî Rûsyayê. Em li dû rastîyan in. Em ê rastî rastîyan werin.”

Piştî ku sîxurê-ajanê Ûris Sergey Skrîpal û qîza-keça wî di 4ê Adarê de li Îngîltereyê bi jehrê hatin xistin, tevlî Îngîltere û DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê) bêtirî 25 welatan nêzîkî 150 dîplomatên Ûris derxistibûn derveyê sînorî-tixûbî. Rûsya, îddîʕayên li ser bijehrêxistina Skrîpalî qebûl nake.

Ji alîyê din ve sekretere tevahîya YM (Yekîtîya Milletan) Antonio Guterres dirûvê cîhê di krîzê de hatî da heyama Şerê Sar û gazî alîyan kir ew tansîyonê daxînin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.