1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ruhanî: Trump berî hilbijartina serokatiyê şer naxwaze
Ruhanî: Trump berî hilbijartina serokatiyê şer naxwaze

Ruhanî: Trump berî hilbijartina serokatiyê şer naxwaze

A+A-

 Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî derbarê Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku “ew kes e ku ‎hemû tiştekî dike daku di hilbijartina bê de serkeftinê bidest bixe.” Hesên Ruhanî herwiha got Trump berî hilbijartina serokatiyê, şer naxwaze.

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis ser bi Supaya Pasdarên Îranê, aloziyên navbera Tehran û ‎Washingtonê gehiştin lûtkeyê, derketina şer di navbera herdu welatan de yek ji egerên herî bi hêz bû, ‎lê belê piştî derbasbûna nêzîka du mehan di ser vê bûyerê re, niha alozî hinek xav bûne û Îran dibêje, ‎ew şer naxwazin, Amerîka jî bi heman awayî naxwaze şer derxîne.‎

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dibêje: “Em li dijî şer in, bi baweriya min Amerîkî jî ne li pey şer in, ev jî li gor wan amajeyên ku heta niha me ‎dîtine. Ev ji ber wêya Amerîkî dizanin şer çi zerarekê dighîne wan. Bi taybetî birêz Trump ew kes e ku ‎hemû tiştekî dike daku di hilbijartina bê de serkeftinê bidest bixe, wî planên xwe li ser vê bingehê ‎danîne û li ser van planan kar dike. Ew dizane şer derfeta serkeftina di hilbijartinê de jiderb dixe.”‎

Ruhanî dibêje şer ne di berjewendiya kesî de ye û eger li dijî wan jî şer were destpêkirin, ‎hevpeymanên Amerîkayê jî li navçeyê dê ne silamet bin.‎

Serokomarê Îranê herwiha got: “Şer li deverê zerarê digihîne hemû navçeyê, zerarê dighîne Îran, Îmarat, Bahreyn, Qeter û hemû ‎aliyekî. Ti cudahiyek nîne. Ti welatek di şer de qezenc nake.”‎

Axaftina Ruhanî piştî wê yekê hat ku hefteya derbasbûyî Kongresa Amerîkayê deng li ser sînordarkirina ‎desthilatên Serokê Amerîkayê Donald Trump da bo derxistina şer li dijî Îranê. Demokrat li dijî vî şerî ne ‎û dibêjin nabe, Trump bêyî razîbûna Kongresê ligel Îranê bikeve şer.‎

Senatorê Demokratan Chuck Schumer jî dibêje: “Em bi tundî li ser wan prensîban rawestiyan, ku nabe welatê me bêyî razîbûna Kongresê bikeve şer, ‎niha me hêvî dikir ku Komariyan di vê mijarê de zêdetir piştîvaniya me bikirana, lê bawer im Serok ‎Trump bêguman ev peyam gehiştiyê.”‎

Herçiqas bi zarekî Îran û Amerîkayê çend caran ragihandine ku naxwazin ligel hev şer bikin, lê hemû ‎deriyên danûstandinê li ber hev girtine û gelak caran jî pêngavên wan ên dijî hev wan nêzîkê keviya şer ‎dike.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.