1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ruhanî: Hinek alî bawer nakin ku em bi Amerîkayê re di nava şer de ne
Ruhanî: Hinek alî bawer nakin ku em bi Amerîkayê re di nava şer de ne

Ruhanî: Hinek alî bawer nakin ku em bi Amerîkayê re di nava şer de ne

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand ku Amerîka dixwaze nakokiyan di nava civaka Îranê de dirust bike û ew ligel Amerîka di şerekî siyasî, abûrî û derûnî de ne.

A+A-

 

Hesen Ruhanî di gotarekê de li Tehrana peytexta Îranê bi boneya derbasbûna 100 salî li ser sîstema perwerdeya wî welatî, ragihand, ku Amerîka dixwaze nakokiyan di navbera pêkhateyên civaka wan de dirust bike.

 

Ruhanî diyar kir ku berpirsyariya mezin di stûyê mamosteyan de ye ji bo parastina hevgirtina civaka wî welatî.

 

Serokomarê Îranê  got ku Amerîka ti carî nikare gelê Îranê bêhêvî bike û amaje bi wê jî da ku hinek kes naxwazin bawer bikin ku ew ligel Amerîka di şerekî siyasî, abûrî û derûnî de ne û pîlanên mezin li dijî wan têne amadekirin.

 

Hesen Ruhanî got: “Mixabin ku hinek kesan bawer nekirine ku em di şerekî siyasî, abûrî û derûnî de ne ligel welatekî bihêz bi navê Amerîka û divê baweriya me bi wê yekê hebe ku pîlanên mezin li dijî me têne amadekirin. Nabe îro kiryarên dijminayetiya navxwe, şerê navxweyî dijûnfroştina navxwe hebin. Binerin kengî Amerîka dest ji vê rêyê berdide, dema ku bizane ew nikare di vê rêyê de serbikeve. Em di nava wî şerî de ne û ti rêyek li pêşya me ji xeynî yekîtî, berxwedan, xweragirî û hêviya bi siberojê nîne.”

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.