1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ruhanî: Em dê bi dilê xwe meyandina uraniyumê zêde bikin
Ruhanî: Em dê bi dilê xwe meyandina uraniyumê zêde bikin

Ruhanî: Em dê bi dilê xwe meyandina uraniyumê zêde bikin

A+A-

 Îranê bersiva Welatên Ewropî da û ragihand, Tehran jî dê bi qasî  welatên Ewropî pabendî rêkeftina etomî be. Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî got, piştî 7ê Tîrmehê Îran her çi qas ku bixwaze, dê rêjeya meyandina uraniyumê zêde bike.

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî îro Çarşemî di civîna kabîneya xwe de li Tehranê ragihand, ji destpêka heftiya bihê ve ew dê rêjeya meyandina uraniyumê zêdetir bikin û dê ji wê rêjeya ku di rêkeftina etomî ya sala 2015ê de hatiye diyarkirin, derbas bikin.

 

Ruhanî derbarê meyandina uraniyumê de got: “Em dê vê pabendiyê bişkînin. Em dê bi dilê xwe her çi qas ku me xwest, çi qas ji me re pêwîst be yan em bi pêwîst bibînin, ji rêjeya %3.7 bêtir bikin.”

 

Serokomarê Îranê peyamek da welatan jî û ragihand, eger dixwazin nîgeraniya xwe nîşan bidin, her niha daxuyaniyekê belav bikin.

 

Hesen Ruhanî daxwaz ji welatên Ewropayê kir pabendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftina etomî de pêk bînin û got, kêmkirina pabendiyên Îranê bi rêkeftina etomî bersivek e bo welatên ewropî û aliyên ku rêkeftina etomî îmze kirine û pabendiyên xwe nahînin cih.

 

Ruhanî diyar kir, pêngavên Îranê yên ji bo kêmkirina pabendiyên xwe bi rêkeftina etomî, dikare di nava saetekê de paşve bêne vegerandin û got, nabe welatên ewropî û aliyên din ji pêngav û helwesta niha ya Îranê nîgeran bin.

 

Her yek ji Fransa, Brîtanya, Almanya û Yekîtiya Ewropa di daxuyaniyeke hevbeş de derbarê zêdekirina çalakiyên etomî yên Îranê de hişyarî dane wî welatî.

 

Welatên Ewropayê dibêjin, pabendiya wan bi rêkeftina etomî, bi qasî pabendiya Îranê bi wê rêkeftinê dibe.

 

Li aliyekê din Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî diyar kir, “Îran dê dirist weke wan 3 welatên Ewropayê (Almanya, Brîtanya û Fransa) pabendî rêkeftina etomî bimîne.”

 

Ji aliyê xwe ve,  Serokê Fransayê, Emmauel Macron ji Îranê xwest ku bilez berhemanîna uraniyomê kêm bike.

 

Serokê Amerîka, Donald Trump jî pêştir ragihandibû, wî tu peyamek ji bo Îranê nîne û gotibû, “Îran bi agir dilîze.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.