1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê
Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê

Rûhanî, Ebbas vexwende Îranê

A+A-

 

Hat ragihandin ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas vexwende Îranê.

 

Berpirsekî ji Ofîsa Çapemenî ya Mehmûd Ebbas ku navê xwe eşkere nekir ragihand ku dawiya hefteya borî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas vexwende Tehranê. Berpirs derheqê qebûlkirina vexwendinê de ti agahî nedan.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas di hefteya duyemîn a biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûlkiribû de duhî ji bo axaftina mijara Qudsê derbasî Qetarê bû.

Îsraîlê di 5ê Hezîrana 1967an de Rojhilatê Qudsê dagirkiribû û di sala 1980yî de bi awayekî yekalî hem rojhilat û hem jî rojavayê Qudsê wekî paytext îlan kiribû. Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di sala 1980yî de ilhak û îlana Îsraîlê qebûl nekir.

Di çarçoveya biryara KENYê de Amerîka jî di nav de civaka navneteweyî Rojhilatê Qudsê wekî dagirkerî dibîne. Balyozxaneyên hemû welatên ku Îsraîlê dinasin li Telavîvê ne.

♦ufkumuzhaber/kurdî

 

 

              

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.