1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rojnamevana amerîkî: Qonaxeke nû ya şerî dest pê dike
Rojnamevana amerîkî: Qonaxeke nû ya şerî dest pê dike

Rojnamevana amerîkî: Qonaxeke nû ya şerî dest pê dike

A+A-

 

 

Nivîskar û rojnamevan Gayle Tzemach Lemmonê li ser kanala PBSyê ragihand ku piştî şerê DAIŞê ber bi bidawîbûnê ve hat, êdî qonaxa şerekî nû li Sûriyeyê dest pê kir.

 

Lemmonê beşdarî bernameyekê derbarê rewşa Sûriyeyê ya dawî û operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bû.

Gayle Tzemach Lemmonê diyar kir ku berê DAIŞ hebû û ew jî neyarekî hevpar bû wiha got: Şerê li dijî DAIŞê hêzeke bû ku (her alî) dikir yek, her kesî şerê xwe li dijî hev radiwestand û bala xwe dida şerê DAIŞê."

​Rojnamevana amerîkî diyar kir ku piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, êdî her kes li "neyarê" xwe vedigere û wiha axift: "Ez bi sûriyan re axiftim û wan wiha got; guhdarî bike! Eger tu difikirî ku ev şer bi dawî dibe. Ya rast ew e ku niha bi xurtî dikeve qonaxa xwe ya din ku hemû aliyên berî şerê DAIŞê şer hev dikir, dê dîsa li hev vegerin û şerê hev bikin."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.