1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rojhilatê Ẍûteyê: Hêzên ḥikûmeta Sûrîyeyê bi pêş ve diçin, sivîl cihê dibin
Rojhilatê Ẍûteyê: Hêzên ḥikûmeta Sûrîyeyê bi pêş ve diçin, sivîl cihê dibin

Rojhilatê Ẍûteyê: Hêzên ḥikûmeta Sûrîyeyê bi pêş ve diçin, sivîl cihê dibin

A+A-

 

Ji alîyekî ve hêzên-qewetên ḥikûmeta Sûrîyeyê bi êrîşên-kiçîmên asîmanî û bejî ber bi Rojhilatê Ẍûteyê yê di deste dijberên rejimê de ye dewam dikin û ji alîyê din ve jî ji herêmê reva sivîlan dewam dike.

 

Tê gotin ku hêzên ḥikûmeta Sûrîyeyê ji sedî 70yê herêmê xistine deste xwe. Sefîrê YM ê li Sûrîyeyê eşkere kir ku piştî ji alîyê ḥikûmetê ve di ser Ḥemûrîyeyê re buhureke nû ya ewlehîyê hat vekirin di rojekê de bêtirî 40 hezar kes ji Rojhilatê Ẍûteyê derketine.

Staffan de Mistura (Stafan de Mîstûra)yê nûnerê taybet ê Yekîtîya Milletan ji bo Sûrîyeyê got li herêmê hê jî mantiqê şer û pevçûnê heye. De Mistura ji Bruksela payîtexta Belçîkayê bi konferanseke vîdyoyî tevlî kombûna Encûmena Ewlehîyê ya Yekîtîya Milletan a li New Yorkê bû. Di pêşkêşîya kombûnê de got “li qadê tiştin rû didin ku divê dinya bi sergiranî li ser wan raweste.

Li berevajî, dinya bi endişe ye û radiweste-disekine. Em niha dibinin ku li herêmê tengijîn bi awayekî eşkere bêtir dibe û ev divê were kêmkirin.” Mala Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê da zanîn ku li Rojhilatê Ẍûteyê di şerê dewamkirî de di nav rojê de 80 kes mirine û 14 ji wan zarok in. Save the Children (Seyv di Çîldrin)a dezgeha cıvata sivîl a navneteweyî ya xwedîtîya zarokên dinyayê ji xwe re kiriye mebest da zanîn ku li Sûrîyeyê di sê mehên paşîn ên 2017ê de her roj pirr-hindik 37 kes hatine kuştin, sere seʕetê 250 zarok mecbûrî koçberîyê bûne û nexweşxane rojê carek hatine bombekirin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

                

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.