1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Rojbûna Ocalan, DTP û hilbijartin
Rojbûna Ocalan, DTP û hilbijartin

Rojbûna Ocalan, DTP û hilbijartin

A+A-

Ev çend roj in ko min dixwest li ser encamên hilbijartinan binivîsim, lê min bi xwe re nedidît. Piştî ko min nivîsa Hesen Bildirici xwend, ya li ser wî û şeva PKKê, min xwest çend xêzikan reş bikim.

Feqîrê Hesen diçe şahiya PKKê, hin berpirs nahêlin ko ew pirtûkên xwe li quncekî deyne û bide nas û dostan. Bêedebî û bêhurmetiyeke gelek mezin li hember wî dikin, tabî pir li zora wî diçe, bes di nivîsa xwe de xuya ye wî gir û hêrsa xwe ragirtiye.

Berpirsên wanî di nava PKKê zaf in, nabêjim “kes” ha! “berpirs” dibêjim, lewma ev ne tiştekî biçûk e û ne hereketeke lokal e. Kesên wisa nayêne ceza kirin û nayêne hişyar kirin, berovajî ew bi çavekî “jidiltir” “önderliğe bağlı”tir têne dîtin. Û van kesan gelek kurdperwer dane kujtin, fermana wan rakirine. Heta vir temam, herkes dizane çê xirab. Bes ez xwebixwe fikirîm, ev hin kes hene di nava partiya MHPê (Partiya Tevgera Faşîst) de, tirkperest in, tûj in, radîkal in, heta ew qatilên ji nava wan derdikevin ekserî ji van in. Ew kesena eslen ne tirk in, ji miletê dî ne; kurd in, ereb in, çerkez in, ermen in, lê ji ttirktir in. Yanî xwedan birîn in.

Îca ev kesên di nava me de, ewqas tûj, bi eslê xwe çi kes in? Îşela birîna wan tine be! Çi ko bifikirin, kurdperwerekî bi esl û fesl, bi eşîr û malbat, çawa rabe bêhurmetiyên ewqas mezin li birayên xwe bike? Bes zanibin ev şexsana, werê bisekine, dikarin mamoste Îsmaîl Beşîkçî jî ji bo rexneyeke wî ye mafdar û çêker, tehdît bikin, heta belkî bi tehdîdê nemînin, tiştên dî jî bikin! Berê xwe bidine esl û feslê wan kesên tûj…

Hilbijartin di 29ê adarê de bûn, çûn, qediyan. DTPê dengê xwe piçekî zêde kir û Wan, Sêrt, Îdir stand. Ya herî zêde dilê min xweş kirî Îdir bû. Ev tesbîteke min e ko kurdên serhedê ji aliyê kurdperweriyê ve lawaz in. Û ecemên li Îdirê, dixwazin xwîna kurdan vexwun, rikê ji kurdan digirin, jixwe berî anha şaredarî di dest MHPê de bû. Halê normal kêfa min hîç ji siyaseta DTPê re nayê, jixwe ti siyaseta wan tine, here were Ocalan!

Temam me fehm kir Ocalan serokê we ye, muhîm e, lê mirov çawa rabe qeder û îrada miletekî wekî miletê kurd bide dest Ocalan? Yanî Ocalan bila bifire jî, ma ne insanek e? Pekî milet pêşîntir e an lîderek? Welat pêşîntir e an lîderek? Hezar lîder qurbana milet û welêt bin, ne berovajî!

Werhasil dilê min ne bi siyaseta DTPê re be jî, serkeftina wê di hilbijartinan de qismî be jî kêfxweşî da min. Ev kêfxweşiyeke bêyî hemdî min e. Yanî ne mantiqî ye, bêhemdî ye. Jixwe em kurd gelek tiştên me “bêhemdî” ne.

Mesela evqas mezinkirina Ocalan “bêhemdî” ye,

Ev dengên ko dane DTPê gelekê xwe “bêhemdî” ne

Dengên ko dane AKPê jî gelekê xwe “bêhemdî” ne.

Hizbila zemanekî derket, di nava salekê de bi deh hezaran milîtan kom kir, ew kurdên tevlî wan bûn, gelekî wan “bêhemdî” xwe tevlê bûbûn.

Qoriciyên ko hejmara wan dora sed hezarî ye, ew “bêhemdî” xwe di wî halî de ne.

Çekdarên PKKê jî, mirov neşê bibêje bi hemdê xwe ne, heger wer ba gelek kes jê cida nedibûn û nedibûn dijminên PKKê.

Axir, ez dişêm van mînakan pirtir bikim, lê ev realîteyek e ko em tiştan ne bi aqlê xwe, bi hestên xwe dikin.

DTPê serkeftineke qismî bi dest xist, lê bi vê siyaseta xwe ew nikare ji me re tişkî bide ser hev. Şaredarên DTPê lazim e xizmetê bikin, bajar û navçeyan ji nav zibil û gemarê derxînin, mesela avê hal bikin, kanalîzasyonê hal bikin, riyên kolan û kuçan dirist bikin. “Kurdbûn” tenê têrê nake, xebat divê. Ez dizanim şaredarên jin, pirê wan jinên mala bûn, ti tehsîlên wan jî tine ne, bes piştî hatin hilbijartin divê xwe bikemilînin, pêşde bibin.

Rojbûna Ocalan nekin rojçûna ciwanan

Ev çend sal in DTPê modeyek derxistiye, 4ê nîsanê berê xelkê dibine cihê Ocalan lê hatî dinê, gundê Imera, bi minasebeta rojbûna Ocalan. Wekî din hemû mesele safî bûn ha, ev ma, ew jî vê dikin! Rojbûna Ocalan ne kifş e. Yanî 04/04 ne tarîxeke rast e, çawa ko di nasnama me gelekan de 01/01 ne rast e. Ocalan ji bo bikeve mekteba eskerî rojbûna xwe biçûk dike, dike 04/04 1949. Mijar ne ev e.

Du rojan pêş da xelk li Elîgor (navbera Sirûc û Xelfetiyê de ye) kom bûn, lîstin, reqisîn, govend, dîlan… yanî heger rojbûn e: ew bes bû û temam bû, de îca hûn çima berê wî xelkî didin Xelfetiyê? Tevî ko hûn zanin talûke heye, dewlet nahêle, ji rûyê we da esker dora wî gundî digre, bo çi?

Ya ko dixwazim bêjim, di vê 04/04ê de du xortên kurd, du berxikên dayika xwe, du bira, du pismam, du bav şehîd ketin (ji ber dilpakî û samimiyeta wan dibêjim şehîd). Mistefa Dagê şehîdketî, hemşeriyê min e, ji Sirûcê ye, bavê du zarokan bû, nola gelek sirûciyan koçî Entabê kiribû, şopa nanê xwe diket, zarokên wî sêwî man, jina wî bû jinebî. Ji bo rojbûna Ocalan, yanî ji bo şexsekî mir. Ne ji bo milet û welêt, ji bo serokekî.

De îcar sibe Ocalan derkeve wê çi bike, an qedera Ocalan çi ye, rewşa wî dê çer bibe, ne malûm e. Bes ew jî insan e, û insan carnan gelek têne hez kirin, carnan jî milet wan dike bin erdê. Ocalan wê çi bike nizanim. Bes ew herdu sêwiyana, wê heta dawiya jiyana xwe zanibin ko bavê wan di şahiya pîrozkirina Ocalan de mir, ne li serê çiyê û ne jî di zindanan de.

nefel-Nivîskar: BRAHÎM-XELÎL SIRÛCÎ brahim-xelil@hotmail.com

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.