
REJIMA SIYONÎST LI HEMBERÎ XWEPÊŞANDANÊN FILÎSTÎNÎ GAZA BI JEHIR BIKAR ANÎYE
Hêzên Rejima Siyonîst li hemberî xwepêşandanên li Gazzeyê û Rojavayê Şerîayê gaza / dukêla bi jehir bi kar anî û komeke xwpêşandanan bi jahir keftin û keftine di komayê da.
Li gorî Ajansa Nuçeya Maa ya Fîlîstînê radigihîne Wezareta Tenduristiya Filîstînê di derheqê meselê da got: ji ber bi kara anîna gaza bi jahir ya Rejima Siyonîst gelek Filîstînî nexweş keftine.
Berpirsên Filîstînî dibêjin: Aşkera ye ku Rejima Siyonîst gaza bi jahir avêtiye nav xwepêşandanan. Di xwepêşandana Gazzeyê da 2 Filîstînî şehîd bune û 150 kes jî birîndar bune.
Berî niha jî Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Gazzeyê xwastibu di derheqê gazên ku Îsraîl li hemberî Filîstîniyan bi kar tîne bê vekolîn.
Eşref el-Kudra, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Gazzeyê ragihand: Filîstînîyan Piştî ku biryara Qudusê ya Serokê Emerîkayê Donald Trump protesto kirin di xwepêşandanan da Îsraîlê dukêla / gaza kîmyasal bi kar anî û di encamê da piçek mabu ku xwepêşandan ji gaza kîmyasal bixeniqin.
Wekî din, hate ragihandin li gelek bajêrên Filîstînê, li Ramallah, Tulkerem, El-Halîl û Nablusê li hemberî biryara Trump ya Qudusê protestoyên mazin pêk hatin.
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.