
RÊBERÊ WENEZUELLAYÊ GOTE RÊVEBIRÊN MISILMANAN: XWELÎ BI ŞERMIZARIYÊN WE WER BÊ
Serokê dewleta Wenezullayê Nîcolas Maduro dibêje rejima dagirkera siyonîst li axa Filîstînê polîtîkaya komkujî û tune kirinê dimeşîne. Maduro daxuyaniyên fermî jî rexne kirin û got: Bila xweliya heft gundan bi şermizariyên we werbin!
Serokê dewleta Wenezuellayê Nîcolas Maduro ji bo qetlîamên rejima dagirkera siyonîst li Filîstînê gazî kire alema ereban û hemu dinyayê.
Daxuyaniya Serokê dewleta Wenezullayê Nicolas Maduro viha ye: Ji bo rêvebirên misilmanan: Hun dê heta kengî bê deng mînin?
Li Filîstînê misilman, file û ji dîn û çandên din mirov hene. Gazîya min ji bo gel û rêberên ereba ye; hundê heta kengî li hemberî vê qetlîamê bê deng mînin? Hun dê qetil kirina birayên xwe yên Filîstînî temaşa bikin? Xelkê ereb û rêberên wan dê kengî hişyar bin? Hundê kengî hişyar bin û dengi dene gelê Filîstînê?
Ji bo kujerên gelê Filîstînê şermizar kirin nebese : Kar lazime
Bila xweliya heft gundan bi şermizar kirinên we werbin! Bila di binê cahnemê da be protokolên we yên navnetewî. Êdî demê hereketê ye. Lazime cewaba kujerên Filîstînê bê dayîn, ew bêne sekinandin.
Ez weke serokê Wenezuellayê gazî dikim; êdî bese! Hun ji daxuyaniyên fermî wêdatir naçin, ya we hindeye. Ji bo derkeftina dengê min qusura min nenêrin, ez gele ji dil diaxivim. Êş û kerba di dilê min da min viha dide axaftin. Zilma li Filîstînê û temaşa kirina wê min gele diêşîne. Êdî elimtine kuştinan. Dinya li hemberî komkujiyan ker û lal buye. Gelek rêberên tirsoke bi nivîseke fermî xemgîniya xwe tînin ziman û şermizar dikin û hind. ''Em êrişê şermizar dikin, em gele acizin'' tenê eve ye. Mesele xelas dibe ji bo van. Besse êdî besse! Wenezuella dibêje bese êdî.
♦ ufkumuzhaber/kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.