1. YAZARLAR

  2. Hatice Kübra Baytap

  3. Ré Ya Hepsé -1-
Hatice Kübra Baytap

Hatice Kübra Baytap

Yazarın Tüm Yazıları >

Ré Ya Hepsé -1-

A+A-

 

 

 

Xezala ber kaniya bûm

Ava zelal herimî bû

Berê xwe dam ava çemê

Ji tîna ez dimirî bûm

Tifink berê xwe dabû min

Pê û milê min birîndar bû

Qop û seqet ser banî çûm

 Xwelî jor da dibarîbû 

Banga siba ketim rêya

Rêyekî reş û zor û dûr bû

Hêstir dilê min da şîn bûn

Neyyar ê xwe nizanî bûm

Bi pê xwe çûm nava zulmê

Bi destê xwe teslîm dibûm

Wek kelepçe derî l’ser me

Bi ‘eqs girtin û qefl kirin

Ez xezala şikêra bûm

 Ne ya hindur û zor desda bûm

Min neyarê xwe nizanî bûm

Ji hesûdî be’ecî bûn

 Kezeba we qul bibûna

We berê min da zindana

Birin hevala min, dûr bû

Wek zarokê bê dê û bab

Bê çare û ez xemgîn bûm

Min go ez xezalek birîndar bûm

Wê jina fitne yan gohdar bûn

We anî ser lêstikê xwe

De werin dilê min safîkin

Ne bin hûn wek rovi û beraza

Me di go qey em Mem û Zîn bûn

 Em nizan bûn ku Bekoyê jin jî hebûn

Kenê wê tev bi hîle bûn

Di nav Tirka da nam dabû

Xwelî li serê wî bibariya

Ku hêstirê min dibariya

Ew ji ber min dikeniya 

Nayê gotin zulma sala

Ewî sî û pênç rojê da

Xilas kir emrê min çû, ka

Şev û rojê min tev tarî

Heliyam wek berfa l'ber bayê

Dengê govend dihate min

Ez diketim cih da tayê

Tev dibûn bilbil ji min ra

Vi qasî hûn çi zana ne

Dev ji halê min berdana

Dîn û har b’çolê ketima 

Ew pênûsa bê ‘edalet

 Digot ''navê me ‘edalet''

We timayi j’heqê kir

Hûn jî hatin hîleyê jina 

Nav destê ‘eskerê zor da

Çavê me çavê hev ketin

Çawa pişta xwe bidama

Û berê xwe bidam malê 

Hê me bîsta ne qedand jî

Xebînet ev çi neyar î

Gelek camêr wek hev dikin

Dikevin ber bayê jina

Gelo emê bistirin qey

Bi fitne û fesadiya 

Min go: qey ber deriyê hepsa

Roj û emrê min bipetin

Evîn wek çivîka nav qafesa

Di destê zorba

Va dila çawa aş bûna

Gellek mehkûm j’ber diziyê

Bi heq ketibûn di nav hepsê

İcar bi îftira û ji derewî

Çawa neçe zora yekî

'Eks û qerara sawcî

Ji fitna jina pistir

Digo qey lêviya me bû

Çi zû te li ser me qerar dabû

Gelo wîcdanê qerdiyan

Çawa dil kir van derewan

 

 

 

              

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.