1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Rayedarê PYDê: Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne
Rayedarê PYDê: Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne

Rayedarê PYDê: Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne

A+A-

 

 

Amerîka li herêma Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya ku Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) lê xweserî ragihandiye hebûna xwe ya siyasî û leşkerî zêde dike. Hevserokê Karûbarên Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerim Omer ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku, hevkariya wan a bi Amerîkayê re didome û got Amerîka dê demeke dirêj li Sûriyeyê bimîne.

Li gorî agahiyên PYDê 5 hezar leşker û 12 baregehên leşkeri yên Amerîkayê hene û li deverên kudi deste PYDê de hebûna xwe ya siyasî û leşkeri zêde dike, "Amerîka têkoşîna bi DAIŞê re hincet nîşan dide û li Sûriyeyê dimîne. Tevî ku hebûna DAIŞê ber bitunebûnê ve diçe jî hebûna xwe ya leşkeri û siyasî li Sûriyeyê zêde dike."

 

Min hindek îdiayên kudi çapemeniyê de cih digirin ku dê Amerîka herêma di deste kurdan bi awayekî siyasî binase û dê artêşeke bi navê Artêşa Bakurê Sûriyeyê ava bike. Me ev îdia ji rayedaran pirsîn.

Hevserokê Karûbarên Derve yê Kantona Cezîrê Ebdulkerim Omer derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî:

‘AMERÎKA DÊ DEMEKE DIRÊJ LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ BIMÎNE, ÇIMKÎ DÊ JI BO JI NÛ VE AVAKIRINÊ Û JI BO VEGERA PENABERAN BO SÛRIYEYÊ DÊ ALÎKARIYAN BIKE'

Omer diyar kir ku têkiliyêna wan ê bi Amerîkayê re baş in û wisa axivî, "Ji terefê fermî bi awayekî fermî naskirina Bakurê Sûriyeyê dê hinekî dem bistîne. Ev gaveke dîplomatîk e. Ji nişka ve pêk nayê. Dê gav bi gav pêk were. Lê defakto naskirinek e ev. Amerîka dê demeke dirêj li Bakurê Sûriyeyê bimîne. Çimkî dê ji bo ji nû ve avakirinê û ji bo vegera penaberan bo Sûriyeyê dê alîkariyan bike. Ji aliyê din ve Amerîka di warê ewlekariya sînoran de dê piştgiriya me bike. Em dixwazin Amerîka li herêmê bimîne. Têkilî û hevkariya me ya bi Amerîkayê re dê bidome. Amerîko ji bo kurd beşdarî Cenêv 8an bibin fişaran li nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyeyê Staffan De Mistûra dike. Em têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re pêş de dibin."

‘EM JI BO SÛRIYEYEKE FEDERAL TÊDIKOŞIN'

Omer bal kişan ser rastiya ku dawî li terora DAIŞê nehatiye û wiha berdewam kir: "Amerîka diyar dikir ku ji bo terora DAIŞê ew li Sûriyeyê ye. Mirovan digot ger DAIŞ biqede dê Amerîka ji Sûriyeyê vekişe. Lê niha dawi li DAIŞê nehatiye. Ger li Sûriyeyê DAIŞ biqede dê 10 rêxistinên nû ên terorê dserkevin. Terora li Sûriyeyê bi tenê ne DAIŞê. Teror dê demeke dirêj dewam bike. Em weke rêveberiya xweser em li çawaniya avakirina Sûriyeyê dinerin. Em li wê yekê dinerin ku dê çawa mijara Sûriyeyê çareser bikin. Bi tenê di warê leşkerî de ne mimkûn e ku dawî were. Em ji bo çareseriya pirsa Sûriyeyê projeyan datînin. Em ji bo Sûriyeyeke federal têdikoşin."

‘ÎDIAYA KU BI NAVÊ ARTÊŞA BAKURÊ SÛRIYEYÊ ARTÊŞEK TÊ DAMEZRANDIN NE RAST E'

Berdevkê Çapemeniyê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mustafa Bali jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku îdiaya ku bi navê Artêşa Bakurê Sûriyeyê artêşek tê damezrandin ne rast e. Nûçeyên di vî warî de dertê dûrî rastiyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku li Dêrîk, Tabka, Rimêlan, Hol, Şedadî, Kobanî, Eyn Issa, Minbiç, Reqa, Hasekê û Tel Ebyadê baregehên leşkeri yên Amerîkayê hene.

Herwiha li Xerebeşkê ku dikeve başûrê Kobaniyê baregehke mezin a hewayî ya Amerîkayê mewcûd e.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.