
Raporta bikaranîna çekên kîmyayî ya li hember Pêşmerge dê radestî NYê bê kirin
Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku li eniya Guwêr û Mexmûr û gelek eniyên din ên hêzên Pêşmerge, ji aliyê DAIŞê ve çekên kîmyayî li hember Pêşmerge hate bikaranîn û armanca wan ew bû ku Pêşmerge ji wan sînorên Kurdistanê xw
Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku li eniya Guwêr û Mexmûr û gelek eniyên din ên hêzên Pêşmerge, ji aliyê DAIŞê ve çekên kîmyayî li hember Pêşmerge hate bikaranîn û armanca wan ew bû ku Pêşmerge ji wan sînorên Kurdistanê xwe vekêşe û got: ‘’Raporta taybet bo Amerîka û NY (Netewên Yekbûyî) hatiye amade kirin.’’
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya Guwêr Cemal Murtke ji BasNewsê re ragehand: ‘’Zêdetir ji 4 caran DAIŞê çekên kîmyayî li eniya Guwêr û Mexmûrê bikaranî û Pêşmerge birîndar bûn. Piştre lijneyek navnetewî li wan birîndaran nêrî û raportek li ser bikaranîna çekên kîmyayî dane hevpeymanan û biryare yek nûshayek ji wê raportê jî ji NYê re bê dayîn, ku DAIŞê çawa xwastiye bi çekên kîmyayî ve êrîş bike ser hêzên Pêşmerge’’ herwaha got: ‘’Armancê DAIŞê ew bû, Pêşmerge li wan eniya xwe bikşîne û bixwe bên û cîhê Pêşmerge bigrin, yekem car bi êrîşê, lê piştre bi bikaranîna çekên kîmyayî ve ew yek ceribandin.’’
Cemal Murtke got, piraniya wan çekane li Mûsilê dihatin çêkirin û berhemê DAIŞê bixwe bûn û ji aliyê wan efserên Beisî yên kevin ku berê di artêşa Iraqê de bûn ji aliyê wan ve dihatine çêkirin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.