Raperka li dijî îşkenceyên YME-yê
Dezgeha Lêbuhurînê ya Navneteweyî (Amnesty International) gazî Kongresa Emerîkan kir û ji Trump-ê serek xwast ku ew binçavkirin û awayên îşkenceya Yekîtîya Mîrîtîya Ereban (YME) gunehbar bike.
Dezgehê got eger Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) YME-yê gunehbar neke dê îşkenceya li ser sivîlan bêtir bibe.
Dezgeh dibêje YME li li Yêmenê sivîlan di zîndaneke veşartî de dihêle û bi dijwarî ezîyetê dide wan lê ev cûr zindan li bi ḥiqûqa navneteweyî naguncin.
Çalakgerên siyasî û mafên mirovan-ḥiqûqê însanan ên Yêmenî dibêjin siyaseten DYE-yê rê li ber van siyasetên îşkenceyê dike.
Piştî danzanîna dezgehê, acansa fermî-resmî ya YME-yê xeberekê belav kir û got ew gunehbarî rast nînin û tu zîndanên wan jî li Yêmenê tune ne.
Dezgehê li ser vî awayî got “tevlî YME, sepeya-ordîya başûrê Yêmenê ya ji alîyê YME-yê ve destekkirî bi sedan kes bi kêfa xwe girtin û îşkence kirin.”
♦ufkumuzhaber/Kurdî
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.