1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Qumandarê Emerîka li Yêmenê dîl ket
Qumandarê Emerîka li Yêmenê dîl ket

Qumandarê Emerîka li Yêmenê dîl ket

A+A-


Çapemenîya Yêmenê dibêje yek ji qumandarên şîrketa Black Water-ê ya ewlehîyê ya Emerîkayê di şerê Yêmenê de ji alîyê sepeya-ordîya Yêmenê û hêzên gelî ve dîl hatiye girtin.

 

Çapemenîya Yêmenê got piştî bûyerê dê rewşa enîyê berevajî bibe û êdî li gora feydeya Yêmenê be.

Wilo tê fehmkirin ku qumandarê navbuhurî yek ji qumandarên di çarçoveya lihevkirina Yekîtîya Mîrîtîyên Ereban (YME) de karkirî ye.

Şîrketa ewlehîyê Black Water her çend şîrketeke taybet be jî ji bo feydeya siyasetên emperyalîstî û eskerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kar dike.

Enwer Mûḥemmed Qerqaşê wezîrê dewletê yê YME-yê got ‘êrîşên herêma Hudeydeya Yêmenê hatine rawestandin-sekinandin’ û ew bi vî awayî dixwazin wisa bikin ku nûnerê sekreterê tevahîya NY (Neteweyên Yekbûyî) li Yêmenê keysa xwe bêtir li kar bîne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.